Welatê xewnan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Îlon 2023 - 00:37

The Independet Photographer her meh pêşbirka wêneyan li dar dixe û bi vî awayî wênegirên baş dineqîne û dide naskirin. Wênegirê bi navê Alain Schroeder bi wêneyê xwe yê ku li kolanên Hindistanê girtiye, bû yekem. Navê wêneyê wî jî “Welatê Xewnan” e. Juriyê pêşbirkê, Richard Sandler bi xwe jî para bêhtir li kolanan wêneyan digire ji bo wêneyê Alain Schroeder got, “Ev wêneyê hanê şaheserek e. Di nava çarçoveyeke têkûz de insanên ku nîşan dide, hem aram û hem jî bê hizûr in. Her wiha ronahiyên pirr xweşik ên ji hev cuda hene di wêneyî de. Weke ku xewnek be, ev hizir bi mirovî re çêdike. Wêneyên bi vî rengî, bersivê nadin lê bêhtir pirsan çêdikin di serê bîneran de.”

DELHÎYA NÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.