Wekîlên Swîsrî: Em HDPʼî ne

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 20 Adar 2021 - 01:32

FEYZULLAH TUNÇ

Li Swîsreyê di nava wan de Mustafa Atici, Sibel Arslan wekîlena peyama piştgiriya HDPʼê dan. Wekîlan dovîzên li ser wan nivîsandî “Zora li Tirkiyê gihişt asteke nû û xeternak” hilgirtin.

Li aliyê din, parlementerê Partiya Sosyal Demokrat a Swîsreyê Mustafa Atici pêşniyazpirsek da hukûmetê û pirsî ka polîtîka wan li hemberî bêhuqûqiya li Tirkiyê çiye. Di pêşniyazpirsê bêhuqûqiyên li Tirkiyê roj bi roj têne desnîşankirin û fikra hukûmetê der barê van binpêkirin û bêhuqûqiyan de tê pirsîn. Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a der barê Salhattin Demîrtaş de jî tê bibîrxistin. Bi gelek bûyeran tê nîşandan ku dewleta Tirk çawa peymanên navneteweyî binpê dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.