Weke yên bi rastî ne

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Mijdar 2023 - 00:25

Marianne Seiman hunermendeke ji Estonyayê ye. Ew bi tix û ta berhemên xweşik çêdike ku dişibin ên rastîn. Nexasim jî karok û hin nebatên din ku bi tix çêkirine afirîneriya wê ya di vî warî de nîşanî xelkê didin. Dema ew van berhemên xwe çêdike hûrgiliyan jî ji bîr nake û bi gelek hûrgiliyên nebatan jî dadikeve.

Marianne Seiman ji piçûkatî ve fêrî karên bi tix û ta tên çêkirinê bûye. Lê piştî ku di 20 saliya xwe de li gundekî bi cih dibe meyla wê bêhtir diçe ser van karan. Ew vî karî weke hunerekê jî dinirxîne û gava li gund li zarokên xwe dinihêre di ber re jî ev berhemên piçûk û xweşik çêdike. 

Marianne Seiman di derbarê karên xwe de axivî û got; “Destpêkê ev kar bi awayekî rojane hebû di jiyana min de. Lê piştî sala 2020’an min bêhtir bala xwe da ser van karan û destpêkê sê mehan tenê bi çêkirina karokan re mijûl bûm.”  Di dawiyê de gelek karokên ji hev cuda, piçûk û mezin çêdike ku yek ji ya din xweşiktir û rengo rengo ne. Mariane Seiman wiha dewam dike; “Piştî karokan ez sê mehan jî tenê bi dircên behrê re mijûl bûm û min bi ta gelek dircên behrê çêkirin. Paşê jî min gelek kulîlk çê kirin bi vî awayî û di vî karî de roj bi roj xwe xurttir dikim.”

TALLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.