Weke xwedavendên azadiyê bûn

Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:15

  • HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên YJA Starê ku li Heftenînê ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedayîtî bombeyên xwe bi xwe de teqandin eşkere kir û got: Ji bo hebûna gelê me û pêkanîna azadiyê bi rengekî fedayî têkoşiyan.

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û got:"Ji bo parastina hebûna gelê me û pêkanîna azadiyê bi rengekî fedaî têkoşiyan." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Di daxuyaniya xwe ya 9'ê Sibata 2025'an de me ragihandibû ku hevrêyên me Zîlan û Delal di 24'ê Çileyê de li hemberî operasyonê bi wêrekî li ber xwe dan û ji bo bi saxî nekevin dest, bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û şehîd bûn. Hevrêyên me Zîlan û Delal mîna navê xwe, weke xwedawendên azadiyê hevrê Zîlan û Delal bûn fedaiyê azadiya jinan, gelê Kurd û gelan. Şervanên leheng ên YJA Starê û milîtanên fedaî yên Apoyî bi wêrekî, tevlîbûn, sekn û performansa xwe ya li çalakiyê serketinên girîng bi dest xistin. Pîvanên jin a azad, ruhê fedaî, hunera gerîla di kesayetiya xwe de pêk anîn û di nava hevrêyên xwe de bûn cihê hezkirin û hurmetê. Dema ku mêtingerî, nokerî û xiyanetê dest dan hev û hewl dan wan dorpêç bikin, nîşanî dost û dijminan dan ku jinên Kurd ên azad û milîtaniya fedaî ya Apoyî ti carî teslîm nabe. Ji bo vê jî bi rengekî bê eman şer kirin û bombeyên xwe yên dawî ji xwe re hiştin, rûmeta xwe parastin û şehîd bûn. Hevrêyên me Zîlan û Delal wê bi sekna we ya bi rûmet û fedaî bibin hinceta bilindkirina têkoşîna me, em soz didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên şehîdeên xwe, di serî de xelkê Colemêrg û Rojava ji tevahiya gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.

Bi derblêdana dijmin tol hilanîn

Hevrêya me Zîlan li Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 2013'an berê xwe da Zagrosan û tevlî nava refên gerîla bû. Bi fedakarî, tevlîbûna xwe ya bi coş a li nava jiyanê û lêgrîna xwe ya lêdana derbê li dijmin, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me ku fikir û pratîka wê yek bû, dema ku derfet dît yekser kete nava hewldanan ku çalakiyên bi bandor li dijî dijmin bike. Hevrêya me li ser vê bingehê di çalakiyên li herêma Heftanînê de kedeke mezin da, ji bo ev çalakî timî bibin, hewl da. Di 24'ê Çileya 2025'an de di operasyona li Qada Berxwedanê ya Keşanê ya li herêma Heftanînê de hevrêya me Zîlan bi lehengî li ber xwe da, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin li gorî navê xwe bombeya xwe bi xwe ve teqand û bi fedaîtî şehîd bû. 

Hevrêya me Delal li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jidayîk bû. Hevrêya me ji tevlîbûna hin hevalên xwe ya li nava refên gerîla bi bandor bû û li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Li herêma Heftanînê beşdarî xebatên pratîkî bû li vir gelek rêhevalên ji hev biqîmettir nas kirin. Di êrîşa dagirkirinê ya sala 2019’an de bû yek kesên ewilîn ku midaxeleyî vê êrîşê kir. Rêhevala me bi taktîkên cuda gelek caran derbe li dijmin xist û di her derbê da tola hevalên xwe stand, di bin şert û mercên herî zehmet de serkeftina mîlîtaniya Apoyî nîşan da. Hevrêya me li herêma Heftanînê, ji bo bingeheke xurt a gerîlatiyê bê danîn hewl û kedeke mezin da û bi vê keda xwe ji bo hemû hevalên xwe bû gerîlayeke YJA Starê. Rêhevala me Delal, di êrîşa îxanetê ya 24’ê Çileya 2025’an de ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe li ser xwe peqand û gihişt şehadetê.” 

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Zîlan Botan (Zîlan Guler), li Colemêrgê jidayîk bûye, 24’ê Çileya 2024’an li Heftenînê şehîd bû.

Delal Botan (Rûksen Derwêş), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 24’ê Çileya 2024’an li Heftenînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.