Li bajarê Elmanyayê Hannoverê polîsan avêt ser malên 5 aktivîstên Kurd. Di serdegirtinê de helwêstên polêsên Elman eynî weke yên polêsên Tirk bûn. 

Pêr sibehî polêsan hemwext li Hannoverê avêt ser malên 5 aktivîstên Meclîsa Jinan a Ronahî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk.
Aktîvîstên polês avêt ser mala wan aktivîst in. Hin jê ji bo pirsgirêkên hiqûqî, burokratîk ên Kurdistaniyên li Hannover û derdora wê dibin alîkar, hin jê ji bo serdanên doktoran alîkarî didan Kurdistaniyan, kursên ziman û mûzîkê organîze dikin, fersendên pîrozbahî û perwerdehiyê didin û ji bo civakê dibin alîkar.

Kesên polês bi ser malên wan de girt, bi binpêkirina qedexekirina PKK´ê tên gunehbarkirin.  Polêsan serdegirtiann de şidet bikar anî, dest danî ser telefon, kompûter, pere, not û rojnivîsan. 

Yek ji kesên polês avêtî ser mala wan, hevseroka Meclîsa Gel a Hannnoverê Sevîm Devrim e. Ew dibêje, “Polêsê Elman, eynî weke polêsê Tirk bû. Ji ber ku me xebatên siyasî dikirin, em ji cih û warên me kirin. Niha heman zextan li vir jî li me dikin. Em şahiyan dikin, xebatên perwerdehiyê dikin, çalakiyan dikin, komunan dadimezirînin, em aloziyên di nava civaka Kurd de çareser dikin. Lê ne xema dewleta Elman e. Yek zimanê dewletê heye, ew jî şidet e. Eynî weke dewleta Tirk li me dike.”

HANNOVER