Weke navê xwe şer kirin

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 03:15

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zê şehîd bûne eşkere kir û got:’’Bi kûrbûna xwe ya di felsefeya APO’yî de, bi kesayeta xwe ya dilnizm û têgîhîştî, bûn milîtanên ku hemû hevrêyan ji xwe re mînak girtin.’’ Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha tê gotin:’’4’ê Tîrmeha 2024’an li qada berxwedanê ya Sergelê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê, di êrişa dijmin de hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn şehîd bûn. Hevrêyên me Canfeda Soro û Canfeda Efrîn ku ti carî ji bo azadiya gelê me ji canfedayîtiyê paşde gav neavêtin û weke navê xwe jiyan kirin, bi tevlîbûn û keda ku dane, di berxwedanê de cihekî girîng girtin. Hemû hebûna xwe ji bo gelê me xwe feda kirin û di vê oxirê de bûn xwedî têkoşîneke bênavber, bi kûrbûna xwe ya di felsefeya APO’yî de, bi kesayeta xwe ya dilnizm û têgîhîştî ji aliyê hemû hevrêyên me mînak hatin girtin. Kêliyekê jî ranewestiyan, xwe di gerîlatiya qonaxa nû de pêşxistin, derbên mezin li dewleta Tirk a qirker xistin û pêkanîna azadiya gelê me, kirin armanca xwe ya herî mezin. Ji bo vê yekê xwe ji ti fedakariyekê nedan paş, bi vî rengî xeta têkoşînê ya ciwanên Kurdistanê jî destnîşan kirin. Weke hevrêyên wan, di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, têkoşîna ku wan dewrî me kiriye, bi berpirsiyariya ku em bikaribin layiqê wan bin, soz didin ku teqez bigîhînin serketinê. 

Hevrêyê me Canfeda Soro, li Êlihê di nava malbateke ji eşîra Hebizbinî ya welatparêz jidayîk bû. Di sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me di hemû xebatên xwe de bi disîplîn û cidiyeta xwe dihate nasîn. Bi van taybetmendiyên xwe di hemû xebatên xwe de serketî bû. Ji ber vê yekê ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Ji bo hîn bêhtir bibe gerîlayê serketinê, dizanîbû ku zêdetir divê kûr bibe û xwe pêş bixe. 

Hevrêyê me Canfeda Efrîn, li bajarê Efrînê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Bi taybetî li hemberî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li hemberî Efrînê, bû xwedî hêrseke mezin, pêwîst dît ku divê tola hevrêyên xwe yên şehîd û gelê me hilîne. Ji ber vê yekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi kesayeta xwe ya bi moral, hêz da hevrêyên xwe û her kêliya xwe bi hizirandina derblêdana dijmin derbas kir. Heta nefesa xwe ya dawî, dilsozê nirxên azadiyê bû û bû xwedî jiyan û têkoşînekê ku hemû ciwanên Kurdistanê ji xwe re mînak bigrin.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne:

Canfeda Soro (Îdrîs Çinar), li Êlihê jidayîk bûye, 4’ê Tîrmeha 2024’an li Zê şehîd bû.

Canfeda Efrîn (Mihemed Ekrem Şêxo), li Efrînê jidayîk bûye, 4’ê Tîrmeha 2024’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.