- HPG: Hevrê Cesur ê ku xwedî kesayeteke herikbar bû, di jiyana xwe ya şoreşgerî de ti carî cih neda têgîna ‘nikare.’ Bi hêz û îlhama ku ji îdeolojiya Apoyî girtiye, her tim çareyek peyda dikir û bi afrîneriya xwe karîbû her zehmetiyê derbas bike.
HPG’ê fermandar Cesûr Azad ê ku şehîd bûye bi bîr anî û got “Ew bû îspata mezin ku milîtaniya fedaî ya Apoyî ya ku azadî daye pêş xwe wê karibe çi bike û xwe bigihîne kîjan astê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da:
“Hevrê Cesûr Azad ê ku milîtanê fedaî yê Apoyî yê partiya me, fermandarê pêşeng, hosteyê zanist û teknîkê û jiyana derwêşane di jiyana xwe de xistibû pratîkê, di 1’ê Kanûna 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soz didin ku em ê bîranîna fermandarê xwe yê şehîd ê ku şoreşgerekî bêhempa bû biparêzin, em ê têkoşîna wî mezin bikin, em ê keda wî ya ku tevahiya jiyana xwe ji bo wê feda kiriye pêş bixin û bikin bingeha şoreşa xwe ya ku ber bi serkeftinê ve diçe. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe yê hêja, ji gelê xwe yê welatparêz ê Mêrdînê û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.
Gazî bû lê ti carî nekir asteng
Hevrêyê me Cesûr li Şemrexa Mêrdînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di sala 2003’an de tevlî nav refên gerîla bû. Hevrê Cesûr ku dixwest ast û leza tevlîbûna xwe ya têkoşînê bilind bike, ji bo meşa şoreşê bi awayekî fedaî berdewam bike tevlî nava Hêzên Taybet bû. Hevrê Cesur di şexsê xwe de gotina Rêber Apo ya ‘Teknîka herî mezin mirov e’ pêk aniye û her çend wî zêde nexwendibe jî, pratîkek di zanîna zanistî de nîşan da ku teknîsyen û endezyarên mezûnên zanîngehê li dû xwe hiştine. Hevrêyê me Cesur hevrêyekî gazî bû, destek wî nebû lê ti carî vê yekê li hemberî xwe weke astengî nedît û bi yek destî çi dikare bê kirin nîşanî hevrê, dost û dijminan da. Her kêliya jiyana xwe veguherand qada perwerdehiyê, li ser esasê 24 saetan bi Rêbertî re jiyan kir, fikirî, lêhûrbûnên xwe kûr kir û hevrêyên xwe xurt kir. Hevrêyekî ku xeta azadiya jinê esas girtibû, bi jina azad re hewl dida hevrêtiya rast bike, bi hezkirin û hurmeteke mezin nêzî hevrêyên xwe yên jin bû û li ser esasê pîvanên azadiyê tevgeriya. Bi van taybetiyên xwe hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe yên jin qezenc kir.
Fermandar û milîtanê fedaî yê Apoyî û afrînerê gerîlaya Modernîteya Demokratîk hevrê Cesûr di 1’ê Kanûna 2022’yan de dema ji erka xwe vedigeriya di encama êrîşa dijmin de şehîd bû."
Nasnameya hevrêyê me Cesûr Azad wiha ye;
Cesûr Azad (Edîp Temîz), li Mêrdînê jidayîk bûye, 1’ê Kanûna 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN