Weke lehengan şer kirin û şehîd bûn

În 27 Îlon 2024 - 03:15

  • HPG: Hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç û Rêbaz Bagok heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê me weke lehengan xebitîn, şer kirin û şehîd bûn.

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li çiyayê Bagokê şehîd bûne eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya derbarê gerîlayên şehîd de bi vî rengî ye:"Hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç û Rêbaz Bagok 30'ê Tebaxa 2024'an li herêma Bagokê ya Mêrdînê li dijî artêşa Tirk a dagirker ketin şer. Artêşa Tirk a tirsonek ku newêrî li hemberî gerîlayên azadiyê yên fedaî şer bike, qada ku hevrêyên me lê bûn bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê gelek caran bombe kir. Di encama bombardûmana giran de gerîlayên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Zerdeşt û Rêbaz şehîd bûn. Hevrêyên me Zerdeşt û Rêbaz ku ji Riha û Mêrdînê rabûn û ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xwedî heman hişmendî, bawerî û ruhê fedaî yê Apoyî bûn, mil dan hev û têkoşiyan. Ev hevrêyên me yên fedaî û leheng ku ti carî serî li ber dijmin netewandin, ji bo azadiya gelê me heta nefesa xwe ya dawî weke lehengan xebitîn, şer kirin û şehîd bûn. Em jî soz didin ku em ê bêteredût li ser rêya wan a têkoşînê bimeşin, armancên wan bi ser bixînin û bi vî rengî wan bibîr bînin. Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, xelkê Riha û Mêrdînê û gelê Kurd hemûyan sax be.  

Bûn milîtanê nirxên azadiyê

Hevrêyê me Zerdeşt li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jidayîk bû. Di sala 2013'an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zerdeşt ku bi salan li qadên cuda gerîlatî kir û bi mîsyona xwe ya dîrokî zane, di her kêliya jiyana xwe de bi tevlîbûna xwe ya derwêşane û dilnizm bûye milîtanekî fedayî yê mînak ê Apoyî. Di lêgerîna xwe ya heqîqetê de kêliyekê jî dudilî nebû û heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê ve girêdayî bû. 

Hevrêyê me Rêbaz li Nisêbînê ya Mêrdînê ku bi berxwedanî û serhildanên xwe bûye sembola vejîna gelê me, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku bi îdîaya avakirina jiyana azad, bi sekn, tevlîbûn û pratîka xwe ya li jiyanê bûye milîtanê vê xetê. Bi dilsoziya xwe ya bi armancê û pêşxistina rêbazên dewlemend di têkoşîna xwe de, hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, bi hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya durust di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Zerdeşt Sûrûç (Adem Ozkan), li Rihayê jidayîk bûye, 30’ê Tebaxa 2024’an li Mêrdînê şehîd bû.

Rêbaz Bagok (Selman Dagdelen), li Mêrdînê jidayîk bûye, 30’ê Tebaxa 2024’an li Mêrdînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

Şehîd Zerdeşt hate veşartin

Cenazeyê gerîla Zerdeşt Suruç ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Bagokê de şehîd bûbû, li gundê Zoncik ê Pirsûsê hat veşartin. Piştî hevgirtina DNA’yê malbata gerîla Zerdeşt Suruç cenaze ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê wergirt. Cenaze anîn gundê Zoncik ê Pirsûsê ku malbata şehîd lê dijî. Berî ku cenaze bigihê gund, gund ji aliyê bi sedan leşkerên Tirk ve hat dorpêçkirin. Li gel hewldana astengkirinê jî gelek kes ketin qada goristanê. Leşkerên Tirk gefa ku girse ji goristanê durnekeve wê cenaze birevînin li malbatê xwar. Her wiha leşkerên Tirk nehişt ku wecibeyên olî bên kirin. Cenaze di bin dorpêçê de hat veşartin. Girseya gel a li derdora goristanê kom bû, piştre çû serdana malbata şehîd Zerdeşt a li navenda Pirsûsê. Malbat sersaxiyê li malê qebûl dike.

ANF/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.