Weke amûra şer ‘projeyên madenê’’

Şemî 7 Îlon 2024 - 00:45

Dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve daristanên Kurdistanê dişewitîne, ji aliyekî ve daristanan dibire û ji aliyekî ve jî bi projeyên madene hevsengiya xwezaya Kurdistanê têk dibe. Dewleta Tirk a dagirker bi çarçoweya şerê îmha û înkarê ya Kurdan, ji bo ku Kurdistanê bide valakirin û derbê li aboriya civakî bixe şerekî bi çavsorî dijî xwezaya Kurdistanê rê ve dibe.

Yek ji van projeyan ku ziyaneke mezin dide xwezaya Kurdistanê projeyên madenê yên Koza Holding li navçeya Golan a Erdexanê ye.

Fîrma Madenê ya Koza ji bo derxistina zîv û sifir rêbaza kanê ya vekirî bi kar tîne û dixwaze zeviyên gundên Haraba, Gundik, Şekî û Girdamal ên Golanê weke qada madenê talan bike. Destûrnameya ku ji bo vê yekê ji şîrketê re hatiye dayin li ser ekosîstem û jiyana gelê herêmê metirsiyeke cidî ye.

Hevsengiya aborî û ekolojîk têk dibe

Gelê herêmê dibêje karê madenê wê bibe sedema felaketên hawirdorê û bi bikaranîna dînamîtan jî wê kaniyên avê zerarê bibînin, derbeke mezin li çandinî, sewalkarî û mêşvaniyê bê xistin. Her wiha Çemê Şîmşîmîkê tenê bi 146 metreya dûrî vê qadê ye, lewma gefa li ser jiyanê bi tenê 150 metre dûr e.

Projeyên bi vî rengî dibin sedem ku xelkê herêmê koç bike, hevsengiya aborî û ekolojîk xera bibe. Dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirina pîvanên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî destûrê dide qirkirina xwezay. Ji ber vê yekê jî li Dadgeha Îdareyê ya Qersê li dijî vê talanê têkoşîna hiqûqî hatiye destpêkirin û daxwaza betalkirina destûrnameya ji şîrketê re hatiye dayin tê kirin.

Divê proje were betalkirin

Li gorî pisporan qada madenê ya li Golanê li ser xeteke erdhejê ya çalak e. Li gorî nexşeya xeta erdhejê ya ji aliyê Lêgerîn û Lêkolînkirina Madenê (MTA) ve hate amadekirin, ev xet ji aliyê rûdana erdhejê ve rîskeke mezin e. Erdheja ku sala 2022'an li navenda Golanê bi mezinahiya 5.2 pileyî rû da, nîşan da ku herêm ji aliyê jeolojîk ve çiqasî hesas e. Pispor dibêjin, karê madenkariyê li vê xeta erdhejê dikare bibe sedema erdhejên nû, lewma dixwazin ku destûrnameya madenê bê betalkirin.

Li dijî projeyên nerazîbûneke xurt heye

Projeyên madenê yên Şîrketa Zêr a Koza AŞ li ser çavkaniyên avê yên li herêmê jî gefeke cidî ye. Bi taybetî rîska gemarîkirina Çemê Şîmşîmîk û Kûra sedema herî mezin a metirsiya ji ber karên madenê ye. 

Komeleyên hawirdorê, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên herêmê li dijî projeyên madenê yên li Golanê nerazîbûneke xurt nîşan didin. Ji bo balê bikişînin ser zerara madenê li hawirdorê û tenduristiyê têkoşîna hiqûqî dimeşînin. Bi civîn, çalakî û panelan gel li ser bandora madenê ya li xweza û jiyana mirovan tê agahdarkirin û li dijî vî karî piştevaniyeke civakî tê afirandin.

ANF/ÎSHAK DURSUN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.