Wêje û Rexne bû 12

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Gulan 2021 - 02:34

Kovara lêkolîn û rexneya wêjeyî, Wêje û Rexneyê piştî navbereke dirêj hejmara xwe ya 12’an derxist. Edîtoriyê jî ev navber bi bîr xist û malavahiya xwendevan û piştgiriya PirtûkaKurdî kir. 

Nivîsên tê de

Di hejmara 12’an de nivîskarên li jêr gotarên li jêr nivîsîne:
Serdar Ay. Kovar: Der, Derdor, Tor.
Jordi Tegel Gorgas. Pêwendiya Franco-Kurdî li Lubnan û Sûriyeyê (1930-1946) û bandora wê li ser nasnameya Kurdî ya neteweyî. Wergera ji Fransî Nebîyê Dûro kiriye.
Dîlawer Zeraq. Wekî şûngeha dij-mêtinger; Gor di çîrokên “Leylana rastiyê” û “Li goristaneke Amedê” de.
Zana Zengenî. Ji nifşe Hawarê şairekî nepenî: Xemgîn.
Firat Aydinkaya. Di derbareyê “Nameya ji rewşenbîrekî Kurd bo Mistefa Kemal” da. Wergera ji Tirkî Sînan Gultekîn kiriye.
Elîf Gun. Ji perspektîfa rexneya femînîst a wêjeyî, Lêkolînek li ser çîroka Nûredîn Zaza a bi navê “Gulê”.
Serdar Ay. Li ser sansur û sirgûnê bi Yaqob Tilermenî ra hevpeyvîn.
Merve Şivan. Nêrîneke rexneyî li ser romana ‘Êvara perwaneyê’ ya Bextiyar Elî.
Elîf Gun. Danaşîna çend xebatên di derbarê qonaxa Hawarê da. 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.