Wê îlham da hezaran

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Kanûn 2022 - 05:50

  • Eyşe Şanê li pey xwe gelek stran hiştin. Ji bo karibe dengbêjî û stranbêjiyê bi Kurdî bike, ew hem li ber malbata xwe rabû û hem jî li ber dewleta Tirk. Ji Amed, Dîlok, Stenbolê heta bi Dihok, Hewlêr û Bexdayê rêyeke dûr kudand ji bo dev ji hunerê xwe bernede.

Dengekî welê yê ku Kurdan pirr zû jê hez kir, ji plakên destpêkê yên Kurdî, ji radyoya Bexdayê û bi konseran, xwe bi Kurdan da nasîn. Xwediyê wî dengî Eyşe Şanê (Ayşe Şan) li pey xwe mîrateyeke mezin a muzîka Kurdî hişt. Eyşe Şan beriya bi 26 salan koça xwe ya dawî kir û ev dinya gewrik bi cih hişt. Sibe (yekşem) salvegera wefata wê ye. Jiyana Eyşe Şan a ku Kakşar Oremar bi sernavê kitêba xwe ew wekî “prensesa bê tac û text” bi nav kir, ne tenê huner bû; ji xwe ji stranên wê bi xwe jî diyar bû, êş û zehmetiyan dil û cegerê wê dax dabû.
Eyşe Şan sala 1938’an li Amedê ji dayik dibe. Di 18'ê Kanûna 1996’an de li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê ji ber nexweşiya penceşêrê rehmet kir. Eyşe Şan di demekê de ku Kurd dihatin înkarkirin, bi kilam û hunerê xwe li dijî sîstema înkarger û asîmîlasyonîst a dewleta Tirk bi wêrekiyeke mezin sekinî.

Eyşe Şanê her wiha li ber zexta feodalîzmê û zextên civakê yên li ser jinê serê xwe neçemand û stranbêjî û dengbêjî kir. Hewldana wê ya yekem a hunerî di cemaeteke jinan a Amedê de bi gotina îlahiyan dest pê dike. Lê, zextên civakê û paşverûtiya tê ferzkirin, nahêle Eyşe Şan li Amedê hûnerê xwe bike. Ew neçar dimîne berê xwe bide Dîlokê.

 

Li Stenbolê konserên Kurdî û Tirkî dide

Li Dîlokê gava xwe ya yekemîn a hunerî diavêje. Lê ji ber qedexeya li ser zimanê Kurdî di radyoya Dîlokê de du salan stranên Tirkî dibêje. Sala 1963’an ji ber pirsgirêkên madî, berê xwe dide bajarê Stenbolê û li wir konserên Kurdî û Tirkî dide. Li vir bi strana ‘Ez Xezal im’ deng vedide. Piştre kasêta xwe ya yekemîn derdixe. Di hevpeyvîneke li Radyoya Bexdayê de ew dibêje, gelek kes bi stranên wê dewlemend bûne, lê ew bêopar maye. 

Lê, navdarbûna Eyşe Şanê zextên li ser kêm nake, berovajiyê wê zêdetir dike. Ji ber ku stranên Kurdî di vê demê de qedexe ne, Eyşe Şan êdî nikare li Tirkiyê bimîne û berê xwe dide xerîbiyê ango Elmanyayê. Li vir hewl dide hem bijî hem jî hunerê xwe bidomîne. Di vê demê de keça xwe Şehnaz a 18 mehî ji dest dide. Di warê hestan de jî demeke zehmet derbas dike û di vê demê de strana ‘Qederê’ a bi nav û deng derdixe.

 

Bi tena serê xwe dimîne

Piştî demekê, careke din dixwaze vegere Stenbolê. Lê, jiyana wê ya li Stenbolê weke hêvî dike nameşe. Ji ber stranên Kurdî yên dibêje, gef lê tê xwarin û zext lê tê kirin. Eyşe Şan hingê dayika sê zarokan e. Zarokên wê jî ji ber zextên li ser wê, terka dayika xwe Eyşe Şanê dikin. Eyşe Şan bi tena serê xwe dimîne.

 

Berê xwe dide Bexdayê

Eyşe Şan sala 1979’an, berê xwe dide paytexta Iraqê Bexdayê. Di radyoya Bexdayê de bi navê Eyşe Şana Elî dest bi strangotinê dike. Li ser vexwendina waliyê Hewlêrê yê wê demê diçe Hewlêrê û konserê dide. Li vir gelek hunermend û dengbêjên Kurd nas dike. Bi germî ji aliyê Kurdên hemû deverên Başûrê Kurdistanê ve tê pêşwazîkirin. Li Bexda, Dihok, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Gulbihar, Tehsîn Teha, Nesrîn Şêrwan û gelek kesên din re derket ser dikê û bi hev re ji bo gel konser dan. 

 

Ji Meryem Xan heta Eyşe Şan

Eyşe Şan di nava civata Kurdan de bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî û Ayşe Şan tê nasîn.

Di nava jinên Kurd ên hunermend de Eyşe Şan navekî naskirî û weke Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan û yên din şopeke dewlemend a hunerê Kurdî li pey xwe hiştiye. Wê îlham da bi hezaran hunermendên piştî xwe.

 

“Derdê hewiyê nakişînim” 

Eyşe Şan stranên gelêrî, siyasî û bûyerên jiyana wê elaqeder dikin, gotine. Stranên wê yên navdar ku di civaka Kurd de tê zanîn: Cembeliyê mîrê Hekariyê, Mem û Zîn, Lê lê Bêmal, Zerî Heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Koçerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko, Wele te nastînim, Qederê Yar, Xerîbim Dayê, Werin werin Pêşmergeno, Newroz û Welatê min Diyarbekir. Wê strana “Dayikê” piştî wefat dayika xwe gotibû. Hingê malbata wê ya ku ji ber dengbêjiya wê ew qebûl nekir, nehişt dayika xwe bibîne û piştî mir jî nehiştin biçe ser mezelê wê. Li ser vê yekê wê êşa xwe bi strana “Dayikê” vegotibû.

 

Pirr dixwest vegere Amedê

Tevî ku gelekî dixwest biçe cihê lê ji dayik bûyî, Amedê jî, ji ber zextên civakî nekarî bizivire. Hezkirin û piştgiriya dayika wê li hember van zextên civakî têrê nedikir ku Eyşe Şana xwe bigihîne Amedê.

 

Wesiyeta wê nehat cîh

Eyşe Şan di dawiya temenê xwe de êşên mezin kişandin. Ew tenê û xizan bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Sala 1996’an li nexweşxaneyeke Izmîrê diçe ber dilovaniya xwedê.

Tevî ku wesiyet dike, wê li Amedê defin bikin jî li gorî tê gotin ji ber pirsgirêkên madî zarokên wê nekarîne cenazeyê wê bînin Amedê. Niha jî gora wê li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.