We hemûyan destek da dewleta Tirk

Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:01

  • Hurling gomaya Îrlandayê ye û bi kaşokekî taybet tê lîstin. Ev sporeke ku li Îrlandayê weke spora neteweyî tê nasîn. 

Hurling gomaya Îrlandayê ye û bi kaşokekî taybet tê lîstin. Ev sporeke ku li Îrlandayê weke spora neteweyî tê nasîn. Zak Moradî jî yek ji sporvanên navdar ên vê sporê ye. Ev Kurdê penaber, dibêje, Îrlanda diguhere û wê biguhere jî. Zak Moradî yê ku ji lîstikvanên navdar ê tîma Leitrim e, antrenor e jî ji bo tîmên ciwanan û zarokan. 

Zak Moradî yê 29 salî dibêje, “Ez çû, maçekê. Tîma me ya navîn li hemberî St. Mark’s li Tallaghtê dilîst. Di nava 15 lîstikvanên destpêkê de 6 reşik hebûn. Di tîmên zarokan de mirovên reşik gelekî bêhtir in. Ew ê biguhere. Gelek mirovên ji welatên din hene ku li Dublinê dilîzin. Dawiya dawî welat diguhere. Bi ya min GAA divê li lîstikvanê Lîberyayî Boidu binihêre. Gelo em dikarin karekî antronoriyê jê re peyda bikin? Ciwan wê wî ji xwe re bikin mînak.” 

Ji bo nijadperestiya li dijî xwe jî ew dibêje, “Ez ji nijadperestiya li dijî xwe natirsim. Gava kesek jimin re bibêje, Iraqiyê heram yan jî tiştekî welê, ez dibêjim, bêguman ez Kurd im. Heke tu dixwazî ji min re bibêje, Kurdê heram. Ez ji Kurdistanê me. Niha qet nebe tu dizanî ez ji ku me.”

Zak Moradî xwe ji siyasetê jî dûr nake û dibêje, “We hemûyan [welatên Ewrûpî û rojavayî] destek da dewleta Tirk, we sîleh firotinê û ew jî wan sîlehan li dijî Kurdan bi kar tîne. Ma na yê bîra we, hema welê bi carekê Donald Trump destûr da dewleta Tirk, got, de here êrişî Kurdan bike.”

DUBLIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.