Piştî ku alîgirên serokê DYE´yê Trump, Capitol di dema civîna hevbeş a meclîsa nûneran û senatoyê ya ji bo erêkirina serokatiya Biden de dagir kir, dubendiya di nava siyaseta Emerîkî de sist bû û Trump qebûl kir ku Biden bûye serokê DYE´yê.

Tişta pêr û doh li Washingtonê qewimî, kir ku gelek bibêjin, ma ev jî li Emerîkayê dibe. Kêm kes li xwe mikur hatin ku bibêjin, çima nebe. Yanî, pirraniya xelkê xwe li wê yekê datanî ku ne hazir bûn bawer bikin ku li ser banga serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Trump, qerebalixek avahiya senatoyê Capitolê dagir bike. Lê gava mirov berê xwe bi xweşikî bide tişta qewimî, ew ne hazirbûn, weke safdiliyeke giştî xuya dike.   

Çi qewimî?
Serokê DYE´yê Donald Trump, piştî ku eşkere kir ew ê encamên hilbijartina Joe Biden qebûl neke, wî ji alîkarê xwe Mike Pence xwest li cem wî li dijî erêkirina serokatiya Biden li Kongreyê têbikoşe. Di heman demê de wî bang li alîgirên xwe jî kir da ku li dora Capitolê, yanî cihê civana Kongre û Senatoyê -civîna hevbeş a meclîsa nûneran û senatoyê- bicivin, ji bo wî têbikoşin.

Qerebalixeke mezin a li ser banga Trump civiyayî pêr hewl da di dema civîna li senatoyê ya ji bo erêkirina serokatiya Biden de bikeve avahiya Capitolê. Weke her carê polês û wezîfedarên ewlehiyê beramberî xwepêşandêrên spî yên rastgir û pişta Trump digirin, nerm bûn. Yanî ew ji malê didîtin. Ji ber vê nermbûnê, ew bi hesanî ji bendên polêsan bihurîn. 

Pence bi ya Trump nekir
Piştî vê qonaxê civîna li Kongreyê ya li Capitolê hema piştî ku li Mike Pence hat guhdarîkirin, hat bi dawî kirin. Capîtol hat valakirin. Jixwe Mike Pence jî fikra xwe ku ew ê li ber encamên hilbijartinên dernekeve û wan qebûl bike, eşkere kiribû.

Alîgirên Trump, pirraniya wan spiyên nijadperest yan jî xwedî fikrên tundraw ên rastgir, ketin avahiya Capitolê. Piştî destwerdana hêzên taqwiye û yên eskerî, Capitol hat valakirin. Di encamê de 4 kes hatin kuştin, li gorî daneyên pêşî, hêzên polês û eskerî 52 kes kirin nezaretê. 

Graham: Biden serok e
Gava ev tişt qewimîn, Trump eşkere ji ya xwe daneket. Heta, hewl da dagirkirina kongreyê rewa nîşan bide. Lê nerazîbûna giştî ya ji siyaseta herdu aliyên sereke yên siyaseta Emerîkayê, doh gav bi wî paş ve da avêtin.

Piştî valakirina Capitolê, civîna nîvcomayî dewam kir û kongreyê serokatiya Joe Bidenî erê kir. Di dema civînê de ji senatorên xurt ên li pişta Trumpî, Lindsay Graham jî peyivî. Graham got, "min dua dikir Joe Biden neyê hilbijartin, ne bi dilê min e dibe serokê DYE´yê. Lê ew bi ser ket, ew serokê DYE´yê ye."

Dubendbûna civakê kêm kir
Piştî bûyeran Şaredariya Washingtonê derketina derve qedexe kir û paşê jî ev qedexe 15 rojan dirêj kir. Axir gelek bangên ji bo jiwezîfeyêgirtina Trump jî hatin kirin. Lê dîtira rojê, yanî doh, Trump encamên hilbijartinê qebûl kirin û got, ew ê bêyî zehmetiyan derxe, 20´ê Çile wezîfeyê dewrî Biden bike.

Gava mirov li rewşa xirab a civaka Emerîkî û dubendiya wê ya ji ber helwêsta Trump binihêre, dibîne ku bûyerên qewimîn dewirteslîma desthilatê hesanîtir kirine. Bi ser halan de bûyeran û helwêsta Trump kir ku zilamên dewletê yên weke senator Graham (ji partiya Trump) û serokê berê yê DYE´yê Bush (ew jî ji partiya Trump e) jî li ber Trump rabin. Bush dagirkirina Capitolê weke îsyanekê bi nav kir. Bi giştî jî gelek kesan ev yek weke hewldana darbeyê nirxand.

WASHINGTON