Waran bi Kurdî li ber xwe dide

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 16:56

  • Waran Mihemednecad ji 16´ê Cotmehê ve bersiva bi Farsî nade hêzên rejîmê û tenê zimanê Kurdî bi kar tîne.

Hêzên rejîma Îranê nekarîn, raperîna li Rojhilatê Kurdistanê piştî mehekê jî bi tepisînin. Li gelek deverên Îranê jî nerazîbûna ji rejîmê bi çalakî û xwepêşandanan tê nîşandan. Rejîmê doh nava rojê li bajarê Sine dîsa gule li xelkê reşandin. Wekî din hat zanîn ku hêzên rejîmê di êrişeke hêzên rejîmê ya li dijî wesaîtekê de li Mehabadê du kes bi giranî birîndar bûbûn û ew niha di komayê de ne. Rejîm ji ber ku li dibistan û zanîngehan çalakî belav dibin, êrişî zarokan jî dike. Li Rojhilatê Kurdistanê li Servaabadê 5 xwendekarên 17 salî hatin revandin. Li Bukanê jî zarokekî dibistana amadeyî yê 15 salî bi giranî hat birîndarkirin. Nûçeyên girtina xizmên aktîvîstan jî ji gelek navçe û bajarên Rojhilat tên.

Piştî mehekê jî, xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê bi dawî nebûn. Rêxistina Mafê Mirovan a ji bo Rojhilatê Kurdistanê, Hengawê doh da zanîn ku li Sine, hêzên rejîmê dîsa êriş biriye ser xwepêşandanan û ji nava bajêr qeydên dengên gulebarandinê ji wê re hatine şandin. 

Di maşînê de gulebaran kirin

Hengawê wekî din da zanîn ku Faîq Mamqedrî yê 35 salî û Mesûd Feraczadeh yên ji Mehabadê, li bajêr di encama êrişa hêzên rejîmê de di erebeya xwe de birîndar bûne. Hat zanîn ku êriş 12´ê Cotmehê bûye û rewşa her du birîndaran jî gelekî giran e. Xizmên her du birîndaran ji Hengawê re gotiye, gule li zikê wan û li pişta wan ketine, ew pêşî birine nexweşxaneya Mehabadê, lê ji ber giraniya rewşê, ew paşê birine nexweşxaneya Urmiyê. Çavkaniyeke ku ji tirsa zexta rejîmê, xwest navê wê neyê eşkerekirin jî da zanîn ku her du di komayê de ne.

Xwendekaran direvînin

Li aliyê din li bajarê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîmê li navçeya Servaabadê 5 xwendekarên jin ên dibistaneke keçan Parva Huseynî, Şaniya Huseynî, Aşkan Ibrahîmî, Ariya Moradî û Mobîn Moradî revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên deverê gihîştine Hengawê, hêzên Pasdaran ên rejîma Îranê, 12 Cotmehê bi ser dibistana keçan a Servaabadê û 13´ê Cotmehê bi ser lîseya Kazimî ya li heman navçeyê de girtiye, ew her 5 xwendekar revandine.

Li gorî heman çavkaniyan, bi îdîaya ku li ser dîwarên dibistanê slogan nivîsî ne, ev xwendekar hatine revandin.

Hêzên rejîmê li Bukanê xwendekarê dibistanê Nêçîrvan Resûlî Dehbekrî yê 15 salî 15´ê Cotmehê birîndar kiribû. Li gorî agahiyan ji ber giraniya birînên wî, ew birine nexweşxaneyeke li Urmiyê. Di heman êrişê de gelek zarokên din jî birîndar bûbûn.

Waran bi Kurdî li ber xwe dide

Endama Komeleya Çandî Nûjînê Waran Mihemednecad hatibû girtin. Waran gava ku ji Sine berê xwe dabû bajarê Yezdê, cihê ku lê zanîngeh dixwend, 16´ê Cotmehê hatibû girtin.

Hat zanîn ku hêzên rejîma Îranê ji malbata wê 3 kesên din jî revandine. Li gorî agahiyan, Payam Mîrî, Seher Wehabî, û Wîda Mihemednecad hatine girtin û her sê jî xizmên Waran Mihemednecad in. 

Peyam Mîrî hevjînê Waranê ye, Seher Wehabî dayika Waranê ye û Wîda Mihemednecad jî xwişka Waranê ye. Aqûbeta her sêyan jî nediyar e. 
Li gorî xizmên Waranê yên ku agahî dane Hengawê, Waranê heta niha di lêpirsînê de berisiva hêzên rejîmê bi Kurdî tenê daye û zimanê Farsî bi kar neaniye. Li gorî heman çavkaniyan, ji ber vê yekê zexta li dijî wê zêde bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.