WANA’yê ji bo Pexşan bang kir
Çarşem 15 Çile 2025 - 03:10
Tora Piştevaniyê ya Jinan a WANA’yê (Asyaya Rojava û Bakurê Efrîqayê) ji bo betalkirina cezayê Pexşan Ezîzî banga çalakiyên lezgîn kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Dadgeha Bilind a Îranê biryara cezayê darvekirinê erê kir û ev ceza dibe ku di carekê de bê cîbicîkirin. Pexşan Ezîzî, jiyana xwe fedayî parastina mafên jinên neparastî, têkoşîna li dijî wekheviyê û têkoşîna edaletê ya ji bo civaka xwe kir. Dilsoziya wê ya qayîm a bi mafên mirovan re, ji bo gelek kesan bû hêvî. Bidarvekirina wê ne tenê wê bibe bêedaletiyeke hovane, di heman demê de wê dengekî ji bo pêşketina Îranê û wekheviyê jî wê bê qutkirin. Bikaranîna cezayê mirinê ya ji bo bêdengkirina aktîvîstên weke Pexşan Ezîzî, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û ji bo mirovahiyê şermekî mezin e. Em mecbûr in ji bo pêşîlêgirtina vê bêedaletiya jêneveger bikevin nava tevgerê. Em bangî hemû kesên xwe fedayî edalet û mafên mirovan kirine, bang li sazî û dezgehan dikin ku ji bo şermezarkirina vî cezayî tev li me bibin. Em piştevaniyê bidin Pexşan Ezîzî, malba û civaka wê û daxwaza betalkirina vî cezayî bikin. Ji bo pêşîlêgirtina vê trajediyê, ji bo jiyan û dengê Pexşan Ezîzî bibe hêvî û çavkaniya guherînê ya nifşên pêşerojê, divê em bibin yek.”
NAVENDA NÛÇEYAN