Divê têkoşîn cîhanî be
Pêncşem 20 Sibat 2025 - 03:40
- Dadgeha rejîma Îranê di 23’ê Tîrmha 2024’an de bi hinceta ‘li hemberî rejîma Îranê karê çekdarî kiriye’ cezayê bidarvekirinê da Pexşan Ezîzî. Di 8’ê Çileya 2025’an de jî dadgeha bilind ev cezayê bidarvekirinê erê kir. Ezîzî vê gavê li girtîgeha Evîn a li Tehranê di nav şertên dermirovî tê ragirtin.
HAKAN TURKMEN
Derbarê doza Ezîzî, cezayên bidarvkirinê yên li Îranê û nerazîbûnên navneteweyî yên li dijî vê yekê, Nûnera KJAR’ê yê Ewrûpayê Meryem Fethî ji rojnameya me re axivî. Meryem Fethî destnîşan kir ku li girtîgeha Evînê gelek jinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin û girtin hene û ev agahî dan:’’Li girtîgeha Evînê zêdetir aktîvîstên mafên mirovan û parêzerên mafên jinan û kesên navdar hene. Nivîskar û aktîvîsta Îranî Golrokh Îraee ku ji ber çîrokeke nivîsandiye, di dema serhildana Jîna Amînî 26’ê Îlona 2022’an de hatiye girtin, Aktîvîsta mafê jinan û karkeran Şerîfe Muhammedî, Zimanzana Kurdî, lêkolîner û nivîskar Mujgan Kavoosî û Zeynep Celaliyan a 17 sal in girtî ye, li vir e. Celaliyan ji ber ku bûye sembola girtiyên jin ên siyasî, li vir rû bi rûyê êşkenceyeke sîstematîk dimîne. Di heman demê de Endama KJAR’ê Werişe Mûradî jî li vi girtîgehê tê ragirtin.’’
Nawêrin navên wan eşkere bikin
Fethî destnîşan kir ku bi tenê di girtîgeha Evînê de na, li gelek girtîgehên Îranê jin hene û navê wan hemûyan nizanin û wiha got:’’Piştî serhildana Jin Jiyan Azadî, bi sedan jinên hatine revandin û girtin, ji ber zext û gefan malbatên wan nawêrin navên xizmên xwe eşkere bikin. Fethî da zanîn ku tevî vê jî jin berxwedana xwe ya li zindanan dewam dikin û got:’’Li dijî bidarvekirinan her roja Sêşemê li girtîgehan greva birçîbûnê pêk tê. Ev çalakî li hemû girtgehên li Îranê berbelav bû. Tevî zêxtên giran ên rejîma Îranê jî, jin ji berxwedana xwe tawîzê nadin.’’
Înfaz dane rawestandin
Fethî destnîşan kir ku li qada navneteweyî ji bo Ezîzî kampanyayeke mezin tê birêvebirin û wiha got:’’Di serî de Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, gelek saziyên mafên mirovan tevlî vê pêvajoyê bûn. Li gelek herêmên Afrîkayê, Emerîkaya Latîn, Asyayê û gelek deverên cîhanê, ji bo Pexşan Ezîzî protesto pêk hatin. Saziyên Mafên Mirovan li pey hev daxuyanî dan û zexta li ser rejîma Îranê zêde kirin. Zextên navneteweyî encam girt û rejîma Îranê neçar ma şûnde gav bavêje. Vê gavê wê cezayê bidarvekirinê neyê pêkanîn. Lê dibe ku her kêliyekê jî bê pêkanîn. Di vê pêvajoyê de li Cenevreyê li dijî biryarên bidarvekirinê yên li Îranê, pêvajokeye dadgehê ya navneteweyî jî hatiye destpêkirin. Lê ev kampanya, ji bo bi temamî jiholêrakirina cezayên bidarvekirinan têrê nake. Divê em hîn bêhtir têbikoşin.’’
Têkoşîna navneteweyî şert e
Fethî anî ziman ku rejîmê bandora xwe ya navneteweyî jidest daye, bang li parêzerên mafê mirovan, hiqûqzanan û saziyên civaka sivîl kir ku ji bo betalkirina biryarên bidarvekirinê yên li Îranê, zexta xwe zêde bikin. Fethî bibîrxist ku di salvegera bidarvekirina Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan dest bi kampanyayekê kirine û got:’’Ev kampanya bi tenê li dijî bidarvekirinên li Îranê nîne, di heman demê de li hemberî zîhniyeta ku biryarên bidarvekirinan erê dikin jî têkoşînekê armanc dike. Lê ev têkoşîn bi tenê bi Îranê re sînordar nîne, ji ber li gelek welatên cîhanê jî hîn cezayên bidarvekirinê di meriyetê de ye. Ji ber wê jî ji bo ji holê rakirina biryarên bidarvekirinê, di asta cîhanî de têkoşîn bê kirin.’’
Bidarvekirin têkçûna civakê ye
Fethî destnîşan kir ku divê sîtema îdam û êşkenceyê di sedsala 21’an de neyê berdewam kirin, divê erka dewletan a li ser jiyan û mirina mirovan a biryardayînê nebe û wiha got:’’Bi taybetî biryarên bidarvekirinê yên li dijî jinan, têkçûna civakî nîşan dide. Di şexsê jinan de ziman, çand û jiyana gelekî tê tine kirin.’’ Fethî diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê li dijî bidarvekirin û êşkenceyê têkoşîneke mezin tê dayîn û got:’’6 partiyên siyasî, li hemberî sîstema bidarvekirin û êşkenceyê daxuyanî dan û nerazîbûna xwe nîşan dan û gelek çalakî hatin kirin. Xelkê derabeyên xwe venekirin, neçûn ser kar û jiyan tevizandin. Bi van çalakiyan peyameke xurt dane rejîmê.’’
Bidarvekirin ne çareserî ye
Fethî da zanîn ku bidarvekirin û êşkence pirsgirêkan girantir dike, çareseriya rasteqîn bi rêya perwerde û rêxistinbûnê veguherîna civakî ye û wiha got:’’Em dikarin jiyaneke azad ava bikin û cîhaneke adil biafirînin. Di vê çarçoveyê de em xebatên xwe dewam dikin. Ew dîlgirtiyên siyasî ku derbarê wan de biryara bidarvekirinê hatine dayîn, ji bo mirovahî, jiyaneke azad û baştir têkoşîn dan. Em bang li hemû parêzerên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl û takekesan dikin ku ji bo bidawîkirina bidarvekirinan, bikevin nava tevgerê.’’