Wan Zê li dijmin kir dojeh

Pêncşem 5 Gulan 2022 - 21:15

  • “Hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol, bûn leheng û nûnerên Kurdîtiya azad.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 gerîlayên li Zê (Zapê) şehîd bûne eşkere kir û got, “Hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol, bûn leheng û nûnerên Kurdîtiya azad.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji bo şehîdan got, “Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêma Zê, berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi heybet dewam dike. Di vî şerê giran de dagirker negihîştin armanca xwe û xitimîne.

Bêguman di serneketina dijmin de tatkîkên şer ên nû, wêrekiya mezin, ruhê fedaî û rêxistiniya bi rengê tîmên gerîla yên bi tevger ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, xwedî roleke diyarker e. Her kêliya ku dijmin dixwaze xwe tev bide, hevrêyê me derbên giran li wan didin. Bi tîmên bi tevger ku hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol di nav de bûn û pêşengî ji berxwedana destanî re kirin, derbên giran li dijmin xistin. Di vî şerî de ev hevrêyên me şehîd bûn.”

Nasnameya şehîdan jî wiha hat eşkerekirin:

- Bahoz Jînda (Salîh Yûsif) ê li Til Temirê ji dayik bûye, kurê Çinar û Dildar, 22’ê Nîsana 2022´yan li herêma Zê şehîd bû.

- Kamûran Gabar (Abdulvahap Beyret) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Vetha û Mecît, 22’ê Nîsana 2022´yan li herêma Zê şehîd bû.

- Zana Tolhildan (Mihemed Xidir Ehmed) ê li Qamişloyê ji dayik bûye, kurê Meryem û Xidir, 22’ê Nîsana 2022´yan li herêma Zê şehîd bû.

- Herekol Têkoşer (Rênas Yûsif) ê li Girkê Legê ji dayik bûye, kurê Necûda û Ehmed, 27’ê Nîsana 2022´yan li herêma Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.