Wan êrişên dijmin pûç kirin

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:15

  • HPG´ê ji bo şehîd Ronahî Gap got, (Hevrêya me Ronahî li navçeya Mêrdînê li Dêrikê ji dayik bû. Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de xaltîka wê bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 5 gerîlayên li Xakurkê sala 2016´an şehîd bûn, got, "Dewleta Tirk a qirker bi piştgiriya NATO'yê sala 2016'an heta jê hat êrişî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û xwest Kurdan qir bike. Gerîlayên Kurdistanê bi îradeya Apoyî şer kirin û ev êriş pûç kirin. Di vê têkoşînê de hevrêyên me Ronahî, Rizgar, Agît, Xeyrî û Mazlûm cihê xwe di dîroka lehengiyê ya Kurdistanê de girtin. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku wezîfeya şoreşê ya ku wan radestî me kiriye, teqez bi ser bixin."

HPG´ê ji bo şehîd Ronahî Gap got, (Hevrêya me Ronahî li navçeya Mêrdînê li Dêrikê ji dayik bû. Di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de xaltîka wê bi lehengî şer kir û şehîd bû. Şehadeta xaltîka wê daxwaz û biryardariya wê ya têkoşînê zêdetir kir û li ser vî bingehî tevlî nava refên gerîla bû li Bagokê. Piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi îdeolojiya Apoyî û li ser xeta Jina Azad xwe perwerde kir, xwe gihand asteke girîng a ji nû ve afirandinê. Li ser vî bingehî li akademiya leşkerî perwerdeya pisporiyê wergirt. Weke sekvaneke pispor ji aliyê leşkerî ve her tim xwe bi pêş xist."

HPG´ê ji bo şehîd Rizgar Colemêrg got, "Hevrêyê me Rizgar sala 2015'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Bi dînamîzma ciwantiyê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû. Ji dilsoziya bêdawî ya bi Rêbertiyê, şehîdên nemir û hevrêtiya PKK'ê re, ti carî tawîz neda. Bi saya bala xwe ya li ser leşkeriyê, di demeke kurt de li ser xeta gerîla û fermandariya şareza bi pêş ket, kîn û hêrsa xwe li dijî dagirkeran bi rêxistin kir û zemînekî xurt ê têkoşînê ava kir."

HPG´ê ji bo şehîd Agît Gelaz jî got, "Hevrêyê me Agît li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêyê me Agît di ciwantiya xwe de Rêber Apo û PKK nas kir û berê xwe da çiyayên qedîm û tevlî nava refên gerîla bû. Wî her wezîfe bi cidiyeteke mezin, bi fedakarî û daxwaz bi ser xist. Hevrêyê me di gerîlatiyê de pispor bû, zû hînî cografya zehmet a Xakurkê bû û şarezabûna xwe ya li warê leşkerî di gelek çalakiyan de nîşan da, hêz da hevrêyên xwe û derbên giran li dagirkeran xistin."

HPG´ê ji bo şehîd Xeyrî Serhed got, "Hevrêyê me Xeyrî li Bêgirê sala 1993’yan ji dayik bû. Zexta dijmin a li ser gelê Kurd qebûl nekir û jê bawer kir ku berxwedan tenê bi têkoşîna li nava refên PKK'ê dikare encamê bigire û tevlî nava refên gerîla bû, bû milîtanê xeta Rêbertiyê. Bi perwerdeya li nava jiyana partiyê û pratîka xwe, hevrêyê me bû milîtanekî xwedî tecrûbe. 28'ê Tebaxa 2016'an li Xakurkê di çalakiyê de birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin bi rengekî fedayî bombe bi xwe de teqand û şehîd bû."

HPG´ê ji bo şehîd Mazlûm Elbak jî got, "Hevrêyê me Mazlûm li Elbakê ji dayik bû. Li ser êrişa çeteyan a li dijî Kobanê û Şengalê, hevrêyê me Mazlûm hêrsa xwe ya li dijî dijmin birêxistin kir. Hevrêyê me Mazlûm baweriya xwe pê anî ku ev yek bi têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê dibe û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mazlûm di nava PKK'ê de ji nû ve hînî çand, nasname û dîroka xwe bû. Bi baldarî nêzî rêbaza şer a gerîla bû û bû gerîlayekî şareza."

HPG´ê sersaxî ji malbatên şehîd Ronahî, Rizgar, Agît, Xeyrî û Mazlûm, û  gelê Kurdistanê re xwest û nasnameya wan jî şehîdan jî wiha eşkere kir:

- Ronahî Gap (Cemîle Ecer) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Hatîce û Mehmet Şerîf, 5'ê Gulana 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

- Rizgar Colemêrg (Star Tekçe) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Esmer û Nacî, 8'ê Nîsana 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

- Agît Gelaz (Halîl Ronken) ê li Ûrmiyê ji dayik bûye, kurê Sûweyla û Eshed, 13'ê Tebaxa 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

- Xeyrî Serhed (Hayrî Gezer) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Antîka û Cemîl, 28'ê Tebaxa 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

Mazlûm Elbak (Vedat Yilmaz) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Sezzade û Zulmat, 22’yê Îlona 2016´an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.