Wan em bi tenê hiştin

Sêşem 3 Mijdar 2020 - 15:24

Rêvebera Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef peymana Şengalê ku di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin nirxand û got: "Pêwistiya Şengalê bi parastina wan nîne. Pêwistiya Şengalê bi naskirina îradeya wê, naskirina xweseriya wê û destkeftiyên wê heye." 
Hikûmeta Iraq û Hîkûmeta Hêrêma Kurdistanê di 9'ê Cotmehê de bi piştgiriya hêzên navnetewî di navbera xwe de peymana Şengalê îmze kirin. Ev peymana ku hatî îmzekirin bi tu awayî ji hêla civaka êzidî vê nayê qebûlkirin û tê redkirin. 22'yê Cotmehê heyeta ku du şandeyên ku ji jinên êzidî pêk dihatin, çûn Silêmanî û Bexdayê, bi rayedar, parlementer û saziyên herêmê re hevdîtinan pêk anîn. Rêvebera Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef, peymana Şengalê û hevdîtina jinan ya ku li Iraqê bi rayedaran re pêk hat, nirxand. 
Xelef got: "Em vê peyman û tifaqa ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de pêk hatî de em wekî biryara fermaneke din şîrove dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.