Walîtiya Tirk lîstika Kurdî qedexe kir

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Kanûn 2021 - 23:06

  • Walîtiya Mêrdînê ya dewleta Tirk, lîstika şanoyê ya bi Kurdî “Tartûfe” ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kir. 

Walîtiya Mêrdînê ya dewleta Tirk, lîstika şanoyê ya bi Kurdî “Tartûfe” ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kir. Lîstika dê li eywana oteleke li Mêrdînê derketa ser dikê, lê ji aliyê Walitiya Mêrdînê ve bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a ji 15 rojan carekê tê nûkirin, hat qedexekirin.

Şanoya Bajar a Amedê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, ji ber qedexeya walîtiyê wan lîstika xwe betal kiriye û got, ew biryara qedexekirina lîstika xwe weke hewldana qedexekirina çanda Kurdî dibînin.

AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.