Walîtî mafê Kurdan e

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:15

Li Kerkûkê zêdetirî heft meh di ser hilbijartina endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê re derbas bûn lê hîn jî erka walîtiya bajar diyar nebûye. PDK bi Eniya Tirkmenan û aliyên Ereb ên şovenîst ên nêzîkî Tirkiyeyê re tevdigere û nahêle walîtiya bajêr bibe ya Kurdan. Di 11’ê Tîrmehê bi serokatiya Rakan Cîbûrî weke endamê herî bi temen, yekemîn rûniştina Encumena Bajar di bin zexta Serokwezîrê Iraqê de pêk hat. Lê ji ber ku tu lihevkirineke pêşwext di navbera aliyan de nehatibû kirin, rûniştin bêyî hilbijartina parêzger û serokê encumenê bi vekirî hat hiştin. 30 roj ji Encumena Bajarê Kerkûkê re hatine dayîn ku hikûmeta xwecihî ya bajêr ava bike û postên bi wekalet tijî bike. Li navenda Komela Dadger a Kurdistanê ya Kerkûkê bi beşdariya hemû nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser mijara Kerkûkê û avakirina rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê civiyan. Nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî piştî civînê daxuyanî dan çapemeniyê. Berpirsê Navenda Komela Dadger a Kurdistanê Rêbaz Sabîr encamnameya civînê ji çapemeniyê re ragihand û ev tişt parve kir:“Li Navenda Komela Dadger a Kurdistanê ya Kerkûkê civîna partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî pêk hat û di dawiyê de em gihîştin van xalên jêrîn: Yekem: Em daxwazê ji aliyên serkeftî yên Hilbijartinên Encumena Bajarê Kerkûkê dikin ku ji bo xizmetkirina bajarê Kerkûkê tevî hemû pêkhateyên wê, bi zûtirîn demê hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ava bikin.

Duyem: Hemû partiyên Kurdistanî li ser wê yekê hemfikir in ku walîtiya bajarê Kerkûkê mafê Kurdan e û divê ji bo Kurdan be.

Sêyem: Hemû partiyên Kurdistanî yên Kerkûkê li ser wê yekê hemfikir in ku di dema pêwîst de divê civîna berpirsên yekem ên partiyan pêk were û her meh jî bi berdewamî civîna berpirsên têkiliyên partiyan pêk were.”

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.