Von Trier bi parkinsonê ket

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:12

  • Derhênerê Danmarkî Lars von Trier bi nexweşiya parkînsonê ket! 

Derhênerê Danmarkî Lars von Trier bi nexweşiya parkînsonê ket! Lars von Trier, ev demeke dirêj bû ku bi rêzefilma “The Kingdom (Meliktî)” re mijûl e.   

Lars von Trier 66 salî ye û di hevpeyvîneke xwe de derbarê nexweşiya xwe de got, wî sedeman lerizîna destên xwe bi eraq û dermanên antîdepresan ve girê dabû. Di dewamê de wî got, “Bi qasî 8 mehan min venexawar, lê ez ê dîsa lê vegerim û vexwim. Dema ez ne baş dibim û anksiyeteyên min dest pê dikin, dermanê min araq e. Ew alîkariya min dike.”

Lars von Trier ji ber ku di sala 2011’an de li festîvala Cannesê ya filman gotibû “Ez ji Hîtler fêhm dikim” gelek nerazîbûn nîşanî wî hatibûn dayîn. Festîvala Cannesê 7 salan ew dawetî festîvalê nekir.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.