Volkanî girav daqurtand

Duşem 17 Çile 2022 - 22:27

  • Piştî teqîna volkanê li Tongayê, li gelek herêman alarma tsûnamiyê hate dayin

Piştî teqîna volkanê li Tongayê, li gelek herêman alarma tsûnamiyê hate dayin

Teqîna volkanê Ha'apai yê li Tongayê, gelek welatên Pasîfîk xistin alarmê. Pêla giraniyê ya ji ber teqînê, li Elmanyayê jî hate hîskirin. Lê dîmenên ji fezayê nîşan da ev teqîn çiqasî bi şid bûye: Girava volkanê Tongayê ji nîvî ve bûye duqet û pirraniya wê jî di bin deryayê de maye. 

Teqîna volkanî li hezaran kîlometreyî jî xwe da hîskirin. Ewrê ji xweliyê bi ser Derya Başûr ve ket. Teqîna volkanekî li binê avê, bû sedem ku pêlên tsûnamiyê rabin ku çendekan ji giravên Tongayê di nava avê de bihêle. Pisporan li ser encamên xweliya li vî welatê giravê, hişyar kir.

Rayedarên DYE'yê dîmenên peykê yên teqînê weşandin û diyar kirin ku teqîna volkanê Hunga Tonga weke "teqîna herî dijwar û xurt a sedsala 21'ê xuya dike."

Lêkolîna Jeolojîk a Tongayê diyar kir ku gaz, dû û xwelî bi 20 kîlometreyan bi hewayê ketine.

Piştî teqîna destpêkê ya Înê, pêlên piçûk ên tsûnamiyê çêbûn. Lê belê teqîna duyemîn a roja Şemiyê ewqasî giran bû ku ji Zelanda Nû ya ku 2000 kîlometreyan dûr e, hate bihîstin. Tevî Tonga, DYE û Japonyayê, li Fiji, Vanuatu, Zelanda Nû, Awustralya, Ekwador û Şîliyê ji ber tsûnamiyê xelk hat hişyarkirin.

Pêla zextê ya ji ber teqînê, li Elmanyayê jî xwe da hîskirin.

Di dîmenên ji peykan ên DYE´yê belavkirî de em dibînin ku volkan 7´ê mehê xuya dike, piştî teqîna înê tine dibe û dikeve bin ava deryayê. Teqîna şemiyê jî ji vî volkanê binê deryayê çêdibe.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.