Viyan Sora li New Yorkê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Kanûn 2023 - 00:10

Hunermenda ji Başûrê Kurdistanê Viyan Sora, li New Yorkê pêşangeha xwe vedike. Pêşangeh li Galeriya David Nolan bi navê “Vian Sora: End of Hostilities” (Viyan Sora: Dawiya dijminahiyan). Di pêşangehê de berhemên mucered û nîşanan in û xwe disipêrin tecrûbeyên hunermendê yên li Bexdayê.

Pêşangeh li kêleka Metropolitan Museum of Art bi rê ve diçe û mijarên şer, aloziya siyasî, jicihûwarbûna cografî û çandî tê de cihê xwe digirin; lê ew îşaret bi meseleya koçberiyê bi giştî jî dike: “Berhemên min esas îşaret bi saxkirina hêviyê dikin bi rêya nîşanên xwezaya ji nû ve kat dide; bi awirên saxfilitiyekê nîşan didim da ku yên din jî li ser tuwalê têkoşîna ji bo bidestxistina ewlehiyê, kontrolkirina kaosê, dewamkirina jiyanê û karên me yên adetî yên rojane bibînin.”

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.