Vîna Qamişloyê naşike
Çarşem 17 Tebax 2022 - 21:21
- Peyama ji Qamişloyê: Ew vîna jinan dike hedef, lê em bersivê didin ku vîna me naşike û heta dawiyê em ê şopdarên şehîdan bin û destketiyên wan biparêzin.
Nobetdarên konvedanê li ber nûneriya NY´ê ya li Qamişloyê jki 12´ê Tebaxê ve çalakiya xwe dewam dikin. Di peyamên di çalakiyê de hat gotin, helwêsta gel wê êrişan têk bibe.
Beşdarên çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyê (NY) ya li Qamişloyê, bi biryardarî çalakiya xwe dewam dikin û êrişkariya dewleta Tirk û bêdengiya civaka navneteweyî rûreş dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ji bo şermezarkirina van êrişan, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi koordîneya Kongra Star di 12`ê Tebaxê de çalakiya konvedanê li pêşiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY ya li Qamişlo li dar xist.
Çalakî îro kete roja xwe ya 7´an. Her roj endamên saziyên herêmên Cizîrê tev li çalakiyê dibin û nerazîbûnên xwe li hember êrişan nîşan didin.
Doh endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li çalakiyê bûn.
Helwêsta xelkê êrişa wê têk bibe
Di çalakiyê de endamê rêveber ê PYD`ê şaxê Qamişlo Mesûd Dawûd sersaxî da malbatên şehîdan û got:
“Ev helwêsta gel dê êrişan têk bibe.”
Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Jiyan Silêman jî got, dewleta Tirk a dagirker bi armanca şikandina vîna gelên herêmê êrişên xwe zêde kirine û wiha peyivî: “Ew vîna jinan dike hedef, lê em bersivê didin ku vîna me naşike û heta dawiyê em ê şopdarên şehîdan bin û destketiyên wan biparêzin.”
Li gorî bernameya çalakiyê tê payîn ku sibe şêniyên Hesekê tev lê bibin.
ANHA/QAMIŞLO