Vî sûcî asteng bikin

Duşem 16 Gulan 2022 - 21:27

  • Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, gaveke tehlûke ye û wekî polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo rewakirina dagirkeriyê hesiband.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, gaveke tehlûke ye û wekî polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo rewakirina dagirkeriyê hesiband.

Ji bo şermezarkirina siyasetên dewkleta Tirk a dagirker ên guhertina demografiyê, yanî qirkirina Kurdan li Rojava, doh Komîteya Koçberên ji Serêkaniyê daxuyaniyek da. Komîteyê mitaleyeke nivîskî ya fermî radestî Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Penaberan a li Qamişloyê kir.

Emdamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Reyan Exte, Rîhan Xelîl û Lîlav Şêxmûs bi zimanên daxuyanî xwendin.

Pîlana qirkirinê eşkere kiribû 

Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan di 3`yê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtingeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên sûrî li wan herêman bi cih bike.

NY naxwaze sûc asteng bike

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a NY`yê ya Penaberan a li Qamişloyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de komîteyê got, “Bêdengiya civata navneteweyî li hember avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî, îsbat dike ku ew ji erkên xwe yên qanûnî û mirovî xwe dide alî.”

Komîteyê diyar kir ku dema desthilata AKP`ê de, wê her hewl daye sûdê ji guhertinên li Rojhilata Navîn bigire û got, “Ji ber wê destek da şepêlên Ixwanan yên tundraw û rêxistinên terorîst û çarçoveyeke siyasî, lojîstîk û leşkerî ji wan re peyda kir. Her wiha dest li kar û barên herêmên din werda, da ku axa dewletên cîran dagir bike û tev li axa xwe bike. Ligel wê, li hin dewletên herêmê baregehên leşkerî ava kirin.”

Komîteyê bal bire ser amadekariyên Tirkiyê yên pêkanîna projeyên avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, “Ev pîlanên piştî dagirkirina rûbera 9 hezar kîlometreyên bi çarçik ji xaka Sûriyê, li pêş çavên cîhanê pêk tên.”

Armanc dagirkirina daimî ye

Der barê armancên projeya avahiyên mêtingeriyê de komîteyê got, armanca dewleta Tirk ew e ku cografiya Sûriyê ya dagirkirî tev li Tirkiyê bike, dîrok û demografiya wê biguherîne û di siberojê de wan herêman ji danûstandinên têkildarî dosyaya Sûriyê dûr bixe.

Her wiha komîteyê siyasetên guhertina demografiyê şermezar kir û bi gaveke bi tehlûke, polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo bidestxistina destketiyên siyasî û rewakirina dagirkeriyê li wan herêman hesiband.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Emerîka, Rûsya û rêxistinên navneteweyî kir da ku demildest dest werdin û van projeyên mêtingeriyê rawestînin; lewma ew dagirkerî û mêtingeriyê mayînde dikin û aştiyê têk dibin, koka şêniyên resen diqelînin, rê li pêşiya vegera wan digirin û zemînê şerên navxweyî li herêmê di siberojê de amade dikin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.