Vekişîn xiyanet e

Şemî 20 Gulan 2023 - 01:59

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê rehîngirtî ye, ji bo hilbijartina Serokkomariyê ya di 28'ê Gulanê peyamek şand. Sebahat. Wê di peyama xwe de got, 14'ê Gulanê destpêk e, ne dawî ye.

Peyama Tuncer wiha ye: 

“Silav bi berxwedan û têkoşînê; me got 14’ê Gulanê ne dawî ye, destpêk e. Ligel hin kêmasiyan jî ez baweri dikim ku me ev destpêk xurt kir. Me ji faşîzmê re got, raweste. Êdî dem dema bipaşvexistina faşîzmê ye. Hîna tiştek neqediyaye. Têkoşîna me dewam dike. Divê em ji bîr nekin, qebûlkirina rewşa heyî û vekişîna ji têkoşînê, xiyaneta li hemberî gelên me û jinan e. Helwêsteke pasîf teslîmbûn e beramberî faşîzmê. Berxwedan û têkoşîn me ber bi serkeftinê ve dibe. 

Werin em di 28’ê Gulanê de faşîzmê têxin sindoqan da ku bi Çepa Kesk re jiyanê ji nû ve biafirînin û hêviya gelên xwe pêk bînin."

ENQERE 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.