Vejîna Kurdî li Xorasanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Sibat 2021 - 02:04

  • “Ji 15 salan ve, li gundan mezin bi hev re Kurdî gep dikin lê bi zarokên xwe re bi Farisî deng dikin. Di şertên heyî de xelk dibêje, Kurdî ne lazim e. Xelk gelek caran şerm dike ku bi Kurdî biaxife.”

ŞOREŞ REŞÎ

Kurdên din, Kurdên li Xorasanê hindikî nas dikin; ew nasîna heyî jî van salên dawî pêk hat. Kodika reş a Kurdan gelê me yê li Xorasanê ye. Dor li wan girtiye, îzolê bûne û tekîlîyê xwe bi Kurdên din re hindik in. Lê, li gorî vê jî çand, huner û kelepora xwe ya resên parastine û bi hemî reng, coş û xweşîkayiya xwe nîşanî me didin. Li ser wê çandê, Gulê Şadkam a ezîz gelek lêkolîn kirine û hîna jî dike. Yek ji wan lêkolînêr û nivîskara herêmê ye ku bi latînî dinivîsê û bûye pirek di navbera Xorasan û beşên din ên Kurd de. Ez pê re li ser xebatên wê û Kurdên Xorasanê peyivîm.

Tu ji kijan êlê yî?

Ji êla Baçî me. Êla me berê koçer bû, heft bavan pêş, hatine herêmê û pezdarî dikirin. Berî hatina me, li gundê me Asîbulaqê Tirk dijîne, Kurdan ew derxistin û bi xwe lê bi cîh bûn. Li herêma me êlên mîna Topî, Bacî, Îzol, Milan, Xelikan û hwd dijîn û bi vana hemîyan re Zaxûran tê gotin. Xelk dibêje, “Wexta memûrên dewletê hatine herêmê navê Zaxûran fahm nekirine û di cîhê wê de gotine; Zaferanlo.” 

Ji fîzîkê te çawa dest bi karê lêkolînên civakî kir?

Dostekî me yê Tirk heye, navê wî Prof. Riza Sadiqî ye û bi malbatî li Kanada dijî. Li Xorasanê jî li bajarê Nîşabûrê dijîn û bi êla Kurdê Topan ve cîran in û ji wan pirr hez dikir. Yanzdeh salan pêş hate iznê û ji min pirs kir ka “Pîrtûkeka ez Kurdî fêr bibim heye?” Min got, “na”. Îcar ew hersal dihat iznê û hema tişt ji min dipirsî. Di dawî de min şerm kir û jê re hinek tiştên sivik nivisandin. Paşê wî ji min re got, “Wê bike pirtûk.” Wê carê min hîz zedê kar kir û 2000 peyv gihandin hev. Paşê min li ser înternetê mezê kir ku yekî Şîrvanî bo teza xwe 2500 peyv kom kirine. Hêdî hêdî min li bajar û êlên cuda lêkolîn kir û gelek peyvên cuda kom kirin. Min wê demê biryar da ku lêkolînan bikim. Niha min 30.000 peyv gîhandine hev.

Te pirtûka xwe ya yekêm ´Paçê Sor´ çawa nivîsî û naveroka we çi yê?

Paçê Sor, pirtûka zarokan e. Pîrka min her şev ji min re çîrok digotin. Çîroka wê li ser Xalxalokê digotî, min nivîsand. Navê wê Paçê Sor e. Paçê Sor xalxalokeke û li zewaca xwe digerê. Di vê gere de rastî gelek mirovên xwedî pîşeyên cuda te. Ew jê re dibêjin: “Paçê sorê, mal li jorê, ku da terî?” Lê di dawî de mişk dibêje: “Ez ê boça xwe pembo tê girêbidim û bi wî li te bidim.” Ji vê hez dike û dizewicin. Mişk, rojekê terê qesra Şah, ji Paçê Sorê re dibêje, dora mala me av e, dernekeve der. Keçik derdikevê ku cilan bişo û dikeve avê. Axir mişk tê û wê ji avê derdixe û bi hev re jîyanekê xweş derbas dikin.
“Sêxiştî” jî me bi Celîlê Celîl ve tevhev nivisand. Hezar û 700 sêxiştî me di pirtûkê de kom kirin. Piştre jî min 400 berhev kirin.

Sêxiştî çi ne, taybetmendîya wan çi ye? 

Kilamên sêbendî ne. Di nava xelkê de bi pirranî dibêjin, “Kilamên sêgepî” yan “Kilama Mêrikan” yan jî “Kilamên Sêbendî” tê gotin. Ew navlênana sêxiştî piştre peyda kirine û bi taybetî jî mamostê Tewahuddî lê kiriye. Min heta niha 2 hezar û 400 kom kirine. Di hinekan de kêmasî hene û 2 hezar û 100 saxlam di dest min de hene. Bi pirranî li ser dildariyê ne, mêr jî, jin jî dixwînin. Li gorî civakê koçer azadtir in û pirranî ew dixwînin. Demên bere, du kesan li ber hev sêxiştî dixwandin heta ku yek zilê dibû; yê westîyayî re xelkê digot, “Şikest.” 

Mêrik çi ne?

Mêrik, em bi morîyan re dibêjin. Rêûresmeka wiha li cem me heye; çarşema dawiyê salê, yanî heftê pêş Newrozê roja çarşemê xelk kom dibû û cejn pêk tanîn. Cameka qiçik dianîn û her kesî bi navê xwe mêrika qiçik diavête nav avê. Zarokek dianîn û wî zarokî destê xwe dikirê nava avê û jê mêrikek derdexist. Heger mêrika kê be, wî/wê kilamek dixwand. 

Serjimara Kurdan li Xorasanê çi ye?

Bajarên ku Kurd lê, Aşxanê, Bijnûrd, Qoçan, Kelat, Oxaz û Şîrvan in. Gelek Kurdên ji êla Topan, niha li bajarên mîna Nişabûr, Sebziwar, Qereçê manê. Li Meşhed, Tehran û Qereçê jî gelek Kurd hene. Dewlet dibêje li Xorasanê ji sedî 37 Kurd in, lê rewşenbîr wê yekê kêm dibînin û dibêjin, herî kêmji sedî 50 ye. 

Rewşa Kurdî îro li Xorasanê çawa ye?

Xelkê ku zû hatî bajaran îro bi zarokên xwe re bi Farisî gep dikin û zarok bi temamî asîmîlê bûne. Ji 15 salan ve, li gundan mezin bi hev re Kurdî gep dikin lê bi zarokên xwe re bi Farisî deng dikin. Di şertên heyî de xelk dibêje, Kurdî ne lazim e. Ji ber ku Kurdî ne resmî ye jî xelk gelek caran şerm dike ku pê biaxife. Li bajaran jî bi temamî Farisî ye. Li Xorasanê du devokên Kurmanciyê hene. Li bajarên mîna Aşxanê, Şîrvan, Qoçan, Bijnurd, Oxaz devoka “Serhedî” heye. 

Çima navê Serhedî lê dikin?

Ji ber ku ew li jor, li bakûrê Xorasanê dijîn, ji wan re Qeremanî jî tê gotin. Devoka din jî ya herêma Laîn e. Laîn, herêmeka li aliyê sînorê Efxanistanê û bajarên mîna Kelat (Nadîr) û Deregezê lê hene. Êlên mîna Zeydan, Şêxika lê ne. Ferhenga Laînîyan him dewlemend e him jî pirr kevn e. Kincên wan jî cûda ne. 

Ferqa di navbera wan de çi ye?

Ferq, xwe di “Jê, lê, di, bê” nîşan didin. Wek Soranî ye. Serhedî dibêjin, “Ez ji mal hatim” yan jî “Ez dinivîsîm.” Li herêma Laînê dibêjin, “Ez je mal hatim” yan jî “Ez denivîsim.” Hinek peyv jî hene. Laînî dibêjin, “gîştik” lê ew li cem Serhedîyan nîne û ew dibêjin, “kullî”.

Nivîskarên Xorasanê yên weke Hesen Roşên, Îsmaîl Hesenpûr, tu û yên din pirtûkên kilamên sêgepî nivîsandine. Çima ne romenek yan jî cureyekî din?

Li Xorasanê karê ferhengî yan kultûrî teze dest pê kiriye û nivîsandina sêgepiyan hêsantir e. Hesen Roşên pirtûka bi navê “Çiksayî” bi qalibê şiirî, bi mesnebî nivîsandiyê. Tiştekî nû derxist. Mamostê Elî Riza Sîpahî jî bi awayekî nû nivîsand.

Komek ji rewşênbîrên li Xorasanê sala 2020´an hatine cem hev. Gulê Şadkam, Hesen Roşen, Elî Riza Sîpahî û hûnermend Yalda Ebbasî jî di nav wan de ne.

Li Xorasanê kî bi Kurdî dinivîsîne?

Helbestkar bi Kurdî dinivîsin, dema ji helbestê derket ew bi Farisî dinivîsîn. Mamoste Kelîmullah Tewahuddî yek-du pirtûk bi Kurdî nivîsandine. Yek jê “200 sêxiştî” ye û yek jî “Hezar û yek şevên Kurmanc” e; ev pirtûk bi Farisî ye, lê kilamên tê de bi Kurdî ne. Elî Riza Sipahî ji berê de bi Kurdî dinivîsê û heta niha 9 pirtûk çap kirin. Baştir nivîskarê Kurdî ye û bi latînî dinivîsîne. Îsmaîl Huseyînpûr, Hesen Roşen, Ebbas Ferhadî, Mehdî Caferzadê û gelêk ciwanên din li ser fecebookê bi Kurdî dinivîsînin. Ebbas Ferhadî bi xwe bi Kurdî nedizanî, mezinên wî bi wî re Farisî gep kiribûn, lê ew ji bo kar çû Sûrîyê û li wir Kurdî fêr bû. Çend pirtûk wergerandin Farisî û Kurdî û bi tîpên Latînî. Dîsa ciwanekî bi navê Beratê Elî Êza malpereke bi navê “Ellah Mezar” çêkir û pirtir bi latînî dinivîse. 

Nivîskarên Kurdî yên ji derveyî Xorasanê çawa dikarin alîkarîya van nivîskarên bi Latînî dinivîsin, bikin?

Mirov dikarê ji wan re pirtûkan bişîne, ew alîkarîya wan dike. Lewra dibistan yan jî sazîyek tine ku mirov li wir fêrî Kurdî bibe. Beriya demekê me rewşenbîrên Kurd ên li Xorasanê cîvînek pêk anî. Me biryar girt ku em destpêkê herdû alfabeyan bi kar bînin, piştre em tenê bi Latînî binivîsin.

Rojname û kovarên li Xorasanê bi Kurdî derdikevin hene?

Berê koveraka bi navê ”Kurmanj” mehê carekê derdiket. Ew hem bi tîpên Latînî hem jî bi alfabeya Erebî bû. Piştre hevalê Elî Riza Sîpahî û bi hevalekî xwe ve, xwestin kovarekê derxin. Dewletê jî got, “Hûn dikarin tenê bi zimanê Farisî derxin!” Û ji ber vê yekê kovara bi navê “Sûweyda” derxistin. Ev du sal in, du meh yan sê mehan carekê derdikeve.

Sûweyda koveraka di resmîyetê de bi tîpên Erebî, bi zimanê Farisî ye lê  hemî nivîskarên wê Kurd in û bi pirranî bi Latînî dinivîsin. Gelêk heval gotara xwe hem bi Farisî hem jî bi Kurdî dinivsînin û kes pera ji kovarê nastîne. Nivîsandina Latînî ji me Kurdên li Xorasanê re rihetir e. Kovar li Tehran, Meşhed, Qoçan, Laînê belav dibe û texmîn dikim nezikî 10 hezaran belav dibe. 

Hişyarîya xelkê ji bo Kurdî çawa ye?

Hişyarîya Kurdî di nava xelkê de nîne lê di van 15 salên dawî de, di nava gênc û rewşenbîran de hişyarîyek heye. Li ser înternetê û di kovaran de dinivîsînin û dixwazin ziman wenda nebe. Li Îranê qanûnêk heye ku her netewe dikarê zimanê xwe yê dayikê li zanîngehan fêr bibe. Lê ev yek li Xorasanê pêk nehat. Xelkê Xorasanê daxwazeke wiha ji dewletê nekir. Niha TV heye û saetekê nûçeyan dide berê radiyoya Kurmancên Xorasanê hebû, rojê saetekê weşan dikir lê niha bûyê nîv saet. Li bajarê Bojnûrde radiyo saatekê wêşanê dike.

Memûrên dewletê ne û bernameya dewletê bi zimanê Kurdî diweşînin. 20 salan pêş vê, hîn rindtir bû. Xelkê Faris jî lê gûhdarî dikin. 

Gulê Şadkam kî ye?

Sala 1963´yan li bajarê Qoçan, li gundê Asîbulaqê hatiye dine. Li zanîngehê beşa matematîk û fîzîkê tewa kiriye. Wê li Zanîngeha Azadê Îslamî li Meşhedê xwendiye. Mamosteya matematîk û fîzîk bû. Paşê dest bi lêkolînan kir. Li nav gund û zomên Xorasanê, da dûv kal û pîran û ji çanda devkî gelek berhem kom kirin û ew li ser kaxizê nivîsandin. 2013´an pirtûka wê bi navê “Sêxiştiyên Xorasanê” bi alfabeya latînî; pirtûka zarokan a bi navê “Paçê Sor” bi tîpên Erebî û herî dawî sala 2020´an “Gotinên Pêşîyan ji Xorasanê” di wêşanên Wardoz de li Amedê çap kir û hîna jî lêkolînên wê dewam dikin.

 

Welatê Rojê Xorasan

Xorasan, wek peyv ‘Xorasan’ di wata welatê rojê de ye. Di Kurdîya xwarû de “xor” tê wateya ro/rojê û Xorasan jî welatê rojê ye. Xorasana serdêma berê Efxanistan, Turkmenistan, Tacikistan û Uzbekistan dihewandin, ya îro li bakûr û rojhilatê dewleta Îranê ye. Turkmenistan, Efxanistan, Derya Kesk û Deştî Kevir li dora wê ne.

Xelkê îro li wir dijî dibêje, “Kurd penc hezar sal in li vir dijîn.” Lê Kurdên îro li wir, piştî Peymana Stenbolê di navbera Safewî û Osmanîyan de di sala 1590´î de hat morkirin sala 1593´yan şandine wir. Destpêkê li Weramîn (Tehran) piştî du salan jî ew şandine Xorasanê. Xorasana îro jî bi xwîna xwe bi dest xistin. Piştî bi dehan şerên bi Turkmenan re ew erd kirin bin desthilatdariya xwe. Li ser vê bi dehan bûyer, serpêhatî û stranên lehengîye hene. 

Îro qederê 120 êlên Kurd li Xorasanê hene û serhejmara wan nêzikî du milyonan e. Parçeyên van êlan ji Çiyayê Kurmenc û Qerecdaxê heta bi Mereş, Semsûr, Meletî û navênda Anadolê, Dêrsîm, Serhed û Rûsya ye belav bûne. Xelkê ji heman êlê li Xorasanê Şîe, li Anadolê Sunî, li Kurdistanê Elewî û li Rûsyayê jî Êzîdî ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.