Veguherandin û Tirkkirin

În 28 Gulan 2021 - 06:43

  • Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê yên dagirî bi her awayî siyaseta guhertina demografîk a sîstematîk didomîne û hewl dide bakurê Sûriyê tev li dewleta Tirk bike. Ji bo pêkanîna vê armancê, li Efrînê bi taybet û li tevahî herêmên din ên dagirkirî bi mîmariya xwe avahiyên mêhtîngeriyê ava dike. 

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de bajar û bajarokan ava dike. Di çarçoveya dagirkerî û mêhtingeriyê de rengê xwe dide avahiyan û sîstema xwe ya tirkkirinê li van deveran bi siyaseta tirsê û ekonomiyê pêk tîne. Dewletên Kendavê û komeleyên ewropî van xebatan fînanse dikin. Ji Cerablusê bigire û heta parêzgeha Idlibê avahiyên mêtîngeriyê ava dikin û armanc jê guhertina binesaziya mirovî û tunekirina nasnameya şêniyên herêmê ye.

Ji 2016`an ve dema ku dagirkeriya Tirk bi awayekî yekser herêmên Cerblus, Bab û Ezaz bi behaneya şerê çeteyên DAIŞ`ê dagir kir û heta niha, artêşa Tirk tevî îsitxbarata xwe (MÎT) li ser hemû astan demografiya herêmê diguherîne.

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên hewayî yên li dijî herêmên li ser sînorê bakurê Sûriyê û bi taybetî li bajarê Babê yê dagirkirî hin tax bi temamî rûxandin. Her wiha baregehên leşkerî li ser wê erdnîgariyê ava kirin.

Li ser wê yekê, şêniyên taxa Şêx Eqîl a bajarê Babê yê dagirkirî ji bo redkirina baregehên leşkerî û şermezarkirina kiryarên dagirkeriya Tirk li herêmê, di demên dawîn de gelek caran xwepêşandan li dar xistin. Lê belê ew xwepêşandan ji aliyê komên çeteyan ku yekser bi fermana dewleta Tirk tevdigerin, hatin çewisandin.

Dişibînin bajarên Tirkan

Li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ne tenê rûxandin û talankirin pêk hat, lê belê zimanê tirkî li dibistanan hate ferzkirin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan biryara vekirina fekulte û zanîngehan li herêmên dagirkirî da. Ji wan fekulteyan zanistên aborî û rêveberî li bajarê Babê, fekulteya zanistên îslamî li bajarê Ezazê, fekulteya perwerdeyê li Efrînê. Li gorî ajansa Anadolê ya Tirkiyê, ew fekulte wê girêdayî Zanîngeha Entabê (Dîlok) bin.

Dewleta Tirk a dagirker bajarên bakurê Sûriyê yên dagirkirî şibandine bajarên Tirkiyê. Li wan bajaran alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan li ser hemû sazî û daîreyên girêdayî çeteyan, dibistan, qadên giştî û kolana danîne. Her wiha navên kolan, qad û bajaran bi navên tirkî hatine guhertin.
Dewleta Tirk bi armanca guhertina demografiya herêmê û bi taybetî ya herêma Efrînê li seranaserê bakurê Sûriyê malbatên Filistînî, Tirkmen û malbatên çeteyan li avahiyên mêtîngeriyê bi cih dike, yên ku ji aliyê komeleyên îxwanî yên Qeter û Kuweytê û yên ewropî ve tên fînansekirin.

Komeleya Etaa ava dike

Dewleta Tirk a dagirker destpêka sala 2013`an komeleyek bi navê “Komeleya Etaa” ava kir, wê komeleyê barê avakirina avahiyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê û heta herêmên girêdayî Idlibê girt ser xwe.

Avahiyên mêtîngeriyê destpêka sala 2014`an dest pê kir, destpêkê avahiyên niştecihbûnê hatin avakirin û piştre veguherîn kombûyînên mêtîngeriyê û malbatên ji piraniya herêmên Sûriyê tê de hatin bichikirin. Yekem car sala 2015`an 100 avahî li gundê Hemed El-Emar yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê li parêzgeha Idlibê hatin lêkirin. 

Sala 2016`an, komeleya Etaa li bajarokê Atmê yê bakurê Idlibê 520 avahî lê kirin, di sala 2017`an de jî bi navê kombûna Etaa 748 avahî lê kirin.
Li Bab û Serêkaniyê jî heman proje hate pêkanîn. Li Babê 250 û li Serêkaniyê 200 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin. Li deverên din jî bi heman awayî avahî hatin avakirin.

Çete li Efrînê bi cih kirin

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo jî got dewleta Tirk bi awayekî berfireh guhertina demografiyê pêk tîne. Şêxo da zanîn ku dagirkeriya Tirk zêdetirî 4 sed hezar welatiyên ji piraniya herêmên Sûriyê anîn kantona Efrînê ya dagirkirî û li şûna şêniyên resen ên dane koçberkirin, bi cih kirin.

Şêxo her wiha bi bîr xist ku dagirkeriya Tirk û komeleyên îxwanî zemînê amade dikin da ku herêm bibe navenda belavkirina fikrên radîkal.

ANHA/ŞEHBA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.