ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL
Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Xalid Şengalî têkildarî kar û çalakiyên di sala 2023’an de ji aliyê asayîşê ve li Şengalê hatine meşandin de, axivî û îşaret bi gelek xalên girîng kir.
Xalid Şengalî di destpêka axaftina xwe de fermandarê Asayîşê Şerzad Şemo yê di sala 2023’an de di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, bibîranî û wiha axivî: “Di nava salê de dijminê me êrişên xwe li ser Şengalê dewam kirin. Xwestin bi van êrişan Şengalê ji gel vala bikin û pêşî li vegera koçberan bigirin. Lê tevî hemû êrişan jî xelkê me bi îradeyek bi hêz hemû zehmetî dan milekî û di nava salê de bi hezaran malbatên me vegeriyan ser cih û warê xwe. Ev malbatên vegeriyane ji aliyê Asayîş, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatine pêşwazîkirin. Xelkê me yê ku vedigerin rastiya me dibînin û li ser wî esasî li dora Rêveberiya Xweser kom dibin. Taybet ciwanên me ku 9 sal in ji axa xwe dûrin şerekî taybet li ser wan hatiye meşandin, dema vedigerin rastiya me dibînin beşdarî nav refên Asayîşê dibin.”
Şerê taybet hate pûç kirin
Xalid Şengalî daxuyakirin ku sala borî ji hemû salan zêdetir ciwanên Êzidî berê xwe dan nava refên Asayîşê û got:“Sala borî bû sala xwe rêxistinkirin û perwerdehiyê. Zêdeyî 10 dewre ji bo endamên nû hate vekirin. Piraniya ciwanên tevlî dewreyên perwerdeyêbûn, ciwanên ji koçberiyê vegeriyabûn. Ciwanên koçber yên dibin bandora şerê taybet de bûn, piştî vegeriyan Şengalê tevlî hêzên ewlekarî û parastinê bûn. Dijmin dixwest ciwanan ji bo xwe bikarbîne û li dijî civakê bide karanîn. Lê ciwan heya astekî ev pîlanên dijmin vala derxistin. Lê hîn jî şerê taybet yê li ser ciwanan dewam dike.” Endamê Rêveberiya Asayişa Êzidxanê da zanîn ku di nava salê de gelek kes ji ber pirsgirêkên civakî û sedemên yasayî hatine girtin, lê bi hemahengiya li gel saziyên Rêveberiya Xweser û dadgeha civakî hatine çareserkirin û berdan, lê hinek kesên bûne xeterî li ser civakê û herêmê, ketine bin bandora dijmin û xwestine wan li dijî pêşengên civakê bikarbînin, ew kes ji aliyê civakê ve nayên efûkirin. Xalid Şengalî axaftina xwe bi banga vegerê ya li koçberan bi dawî kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin berê xwe bidin Şengalê û cihê xwe di parastin û rêvebirina herêmê de bigrin. Vegera li ser axa xwe xwedî derketina li keda şehîdan e.”