Vegera li Şengalê didome
Çarşem 21 Gulan 2025 - 02:45
Tevî nêzî saleke biryara girtina kampên koçberên Êzidî hatiye dayîn jî, lê Iraq û PDK bizanabûn proseya vegera koçberan paş dixin.
Piştî navbereke dirêj van rojan careke din vegera koçberên Êzidî ya li Şengalê destpêkir. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ragihandibûn ew bi biryarin 2024’an mifteyê li deriyên kampên Herêma Kurdistanê bixin. Li gel ku hejmareke mezin kes vegeriyan jî, derveyî kampên Erbeta Silêmaniyê 10 kampên li parêzgeha Dihokê hîn jî ne hatine girtin. Li gorî agahiyên Rêxistina Sivîl a bi koçberan re eleqeder dibe, 31 hezar hezar koçberên Êzidî di kampan de û 34 hezar jî li derveyî kampan li herêmên cûda yên Başûr jiyan dikin.
Lê koçberên di bin şertên zehmet de û li bin konan dijîn, dixwazin vegerin, lê ji ber Peyman û hesabên siyasî yên navbera Iraq, Tirkiye û PDK’ê de rê nadin koçber vegerin. Herçend Hikûmeta Federal a Iraqê bi awayeke eşkere dijbertiyê ji vegerê nake jî, proseya tomarkirinê hêdî dike. Ji ber vê jî gelek kes û malbatên demeke dirêj e navê xwe tomarkirine ji bo vegerin Şengalê jî nikarin vegerin.
Di nava çend rojan de bi sedan malbat vegeriyan komelgehên Digûrê, Girzerik û Sikêniyê. Tê payîn bi dehan malbat vegerin Şengalê.
ŞENGAL/ROJNEWS