Heyva Sor a Kurdistanê, bi rasthatina Cejna Qurbanê ku wê 19'ê Tîrmehê dest pê bike, kampanyayeke alîkariyê dide destpêkirin. Heyva Sor dibêje, "Cejn û eyd, parvekirina derd û eşa hewcedar û feqîran e. Cejn ew e ku mirov kêfa zarokên li benda alîkariyê bîne. Îsal em alîkariyên qurbanan dişînin ji miletê xwe yê bûyî mexdûrê şer, vîrûsa koronayê û felaketên tebîî yên li Kurdistanê. Ji bîr nekin, hewcedarên Kurdistanê li benda alîkariyên me ne." 

Seroka Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bilgin jî got, "Alîkariyên bi rasthatina cejna Qurbanê wê ji bo xelkê hewcedar ê li Kurdistanê bibe bêhnek, hilmek."
Heyva Sor a Kurdistanê berdêla qurbanê, îsal weke 150,- Euro diyar kiriye. 

Kesên dixwazin dikarin di ser malpera "www.heyvasor.com" xwe bigihînin navnîşan û hejmarên pêwîst ên ji bo alîkariyê.

FRANKFURT