Vê carê jî li Herekolê!

Duşem 3 Hezîran 2024 - 00:51

Li herêma Besta, Çiyayên Cûdî û Gabarê yên Şirnexê birrîna daran û wêrankirina xwezayê ji aliyê cerdevanan ve di bin çavderiya leşkeran de hatibû destpêkirin. Vê carê jî cerdevanan li quntarê Çiyayê Herekolê yê li navçeya Dihê ya kevin a Sêrtê  dest bi birrîna daran kir. Di wêneyan de tê dîtin ku bi hezaran darên ku nû hêşîn bûne tên birrîn û li qadekê tên komkirin û piştre jî bi kamyonan tên veguhestin.

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.