• Malbatên girtiyên nexweş Ahmet Silik, Adnan Yalçin û Îsa Gultekîn ji ber ku ev girtî bi nexweşiyên giran ketine û nikarin bi xwe pêdiviyên xwe bi cih bînin, dixwazin bên berdan. Lê rayedarên dewleta Tirk, xwe û wijdanê xwe li wan kerr dikin. 

Di hepsên dewleta Tirk de her sal bi dehan girtî dimirin ku para bêhtir Kurd in. Par jî bi dehan girtî hem ji ber nexweşiyên xwe hem jî ber koronayê jiyana xwe ji dest dan. Hê jî bi dehan girtî di zindanan de ne ku divê rojekê berî rojekê, werin berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene.  

Ahmet Silik ê 76 salî, Adnan Yalçin ê 60 salî, Îsa Gultekîn ê 67 salî jî ji wan girtiyan in ku ji ber Kurdîtiyê hatine hepskirin û tevî ku li ber mirinê ne nayên berdan. 

Her ku diçe rewşa wî giran dibe

Girtiyê nexweş Ahmet Silik, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Izmîrê dimîne, her ku diçe rewşa wî giran dibe. Silik, di 4’ê mijdara 2011’an de li navçeya Bayrakliyê, bi hinceta ku derbarê wî de “îxbar” heye dixin nezaretê û piştî bi 4 rojan bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye” tê girtin. Piştî girtina xwe ya salekê 19’ê Cotmeha 2012’an tê berdan. Piştî berdanê bi 2 mehan, di danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de 6 sal 6 meh û 22 roj cezayê hepsê li Silik tê birrîn. Di 21’ê Sibata 2017’an de Dadgeha Bilind, ev cezayê ku li Silik hatiye birrîn erê dike û ew tê girtin. 

Bila li cem me bimire

Beşîr Silik qala bavê xwe yî 76 salî dike ji nûçegihanê MA’yê Nacî Kaya re. Beşîr Silik got, tevî ku rapora ATK’ê (Saziya Tiba Edlî) jî bavê wî nayê berdan û her ku diçe rewşa wî giran dibe. Beşîr Silik got, “Heke bimire jî bila li cem me bimire.”
 
Bi tena serê xwe nikare bijî 

Beriya ku bê girtin nexweşiyên Silik ên mîna şekir, prostat, dil û tansiyona bilind hebûne û li hepsê rewşa wî girantir dibe û felc lêdixe. Tevî ku Silik tiştan ji bîr dike, pewîstiyên xwe nikare bi tena serê xwe bîne cih, û rapora ATK ya “nikare bi tena serê xwe bijî” jî heye, nayê berdan. Kurê wî Beşîr Silik, diyar dike ku rewşa bavê wî roj bi roj girantir dibe û banga berdana bavê xwe kir. 
 
Divê bavê min berdin

Silik, têkildarî rewşa bavê xwe ev agahî dan: “Beşeke laşê wî bifelc e, nikare rûnê û rabe, bi kursî tînin hevdîtinê. Dema em diçin cem êdî me jî nas nake. Li gel vê rewşa wî jî biîdîaya dê heman sûcî careke din bike, wî bernadin. Miracaeta me ya ji bo taloqkirina înfazê red kirin. Ez bawer dikim ku kesên berdana bavê min red dikin, heke biçin di cih de bavê min bibînin, heke piçek wijdanê wan mabe, wê demildest wî berdin. Lewre tenê goşt û hestî maye. Mafê xwe yê axaftina bi telefonê jî ji bîr dike. Ew li me nagere. Roja hevdîtinê em li girtîgehê digerin û hewl didin pê re biaxivin. Gelek caran jî destûrê nadin ku em biaxivin.
Bêyî ku rojekê jî dereng bimîne, divê bavê min bê berdan. Em ditirsin ku bavê me li hepsê jiyana xwe ji dest bide. Em her roj diqehêrin. Heke bimire jî bila li cem me bimire.” 
 
7 sal in jî bi nexweşiya pençeşêrê ketiye
Yek ji wan girtiyên nexweş jî Adnan Yalçin e ku ev 26 sal in girtî ye. 7 sal in jî bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Yalçin, niha li Hepsa Tîpa H a Dîlokê ragirtî ye. Beriya vê bi dorê li Hepsên Kurkçuler, Konya, Mereş, Çewlik, Tîpa L a Dîlokê û Tîpa D a Amedê ragirtî maye. Ji ber fitiqê ji sala 2005’an ve nikare bi tena serê xwe bimeşe û ji ber vê bi kursî jiyana xwe didomîne. Sala 2015’an dema ku li Hepsa Tîpa D a Amedê ragirtî bû bi nexweşiya pençeşêrê ket û di emeliyatê de dilê wî sekinî.

Hatiye asta dawîn

Birayê wî Fûat Yalçin ji MA’yê re got, "Hema bêje nexweşiya kekê min hatiye asta dawîn. Bi rastî jî rewşa wî giran e. Baş nayê dermankirin. Dermanên pêwîst dema ku dixwaze nadinê. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin. Divê dewlet ji bo vê hestiyar be û hemû girtiyên nexweş berde.”
 
25 kîlo li xwe kêm kirine

Girtiyê din jî Îsa Gultekîn e ku ev 28 sal in, girtî ye û bi penceşêrê ketiye. 18 meh mane ku Gultekîn serbest bê berdan, lê ji ber nexweşiya ûr a li bedena wî belav bûye, pirsgirêkên cîdî yên tenduristiyê pê re hene. Gultekîn ê jiyana wî di tehlûkê de, ev demeke dirêj e li beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê tê girtin. 

Îsa Gultekîn heta niha ji ber nexweşiyê 25 kîlo li xwe kêm kirine. Gultekîn, ev 8 meh in, di bin bandora ûra nebaş a giran de jiyana xwe dewam dike. Ji ber ku Gultekîn, di dema xwe de nehat dermankirin, nexweşiya wî pirr giran bûye. 
Ji bo ku cezayê Îsa Gultekîn bê taloqkirin û serbest bê berdan, li dozgeriyê miracaet tê kirin. Nexweşxaneya Zanîgeha Mêrsînê, rapora “Dikare çûn û hatina nexweşxaneyê bike” dide Gultekîn. Dozger jî, ji ber vê hincetê daxwaza berdana Gultekîn red dike.
 
Bêdeng nemînin

Kurê Îsa Gultekîn, Azîz Gultekîn jî ji MA´yê re got, "Jiyana bavê min di tehlûkê de ye. Ji ber pêvajoya pandemiyê û şertên di hepsê de, nayê dermankirin. Ûr li bedena bavê min hemûyî belav bûye. Ji ber vê nikarin wî emeliyat bikin. Bijîşkan ewil teşxîsa şaş ji bo wî kir. Ji ber vê, bi mehan bavê min şaş derman kirin. Ûr li tevahiya bedena wî belav bûye û rewşa wî giran e. Ligel vê jî bavê min hîna girtî ye. Ez dixwazim, bavê min bê berdan. Divê Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Berî ku bavê min jiyana xwe ji dest bide, divê gavekê bavêjin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN