- Heger Van Gogh ji gorê rabûya û li vî zemanê em tê dijîn binihêriya ew ê çi bikira? Ew helwestên bi çi rengî nîşanî hin xebatên hunerî bidaya? Îllûstrator Alireza Karimi Moghaddam bi sêwirandinên balkêş Van Gogh ê vî zemanî xêz dike û bala me dibe ser bertekên wî.
Di van salên dawî de di warê hunerê de, nexasim jî di pêşangeh û galeriyan de xebatên balkêş derdikevin holê. Xebatên besît û ji rêzê ne ev xebat lê bi pereyekî zede tên firotinê û hemû medyaya dinyayê behsa van berhemên besît û ji rêzê dike. Gava mirov van berheman dibîne bivênevê mirov li rabihuriyê vedigere û jiyana hin şêwekarên ku zehmetî kişandine bibîrtîne. Ji lewma gelek hunermend an jî şêwekar gava li jiyanê nekarîbûne berhemekî xwe jî bifiroşin. Heger îro ev hunermend li dinyayê bûna ew ê bi helwêsteke çawa van berhemên sansasyonel binirxandana?
Hunermend Alireza Karimi Moghaddam ku ev demeke bi jiyana Vincent van Gogh daketiye û di derbarê wî de îllûstrasyonan çêdike, bi hin îllûstrasyonên nû helwêsta Van Gogh a li hember van berhemên balkêş û sansasyonel nîşan dide.
Mûzê bi bant ê Maurizio Cattelan ku cara ewil di sala 2019’an de hat nîşandan karê herî balkêş ê van salên dawî bû. Mirov nizane vî karî bi çi awayî binirxîne ji lewma ne berhemeke hunerî ye lê tenê fikreke ku nîqaşeke dûr û dirêj ava kir di warê hunerê de. Piştî ku ev mûzê bi bant li New Yorkê li Muzayedeya Sotheby’s bi 6 milyon dolarî hate firotin nîqaş bêhtir kûr bûn. Ji ber vê yekê gelek kesan fikîrî û got; Heger şêwekarên mezin îro li dinyayê bûna ew ê ji bo xebatên bi vî rengî çi bigotana? Ango ew ê têkiliyeke çawa danîna bi van xebatên balkêş re?
Rexneyek li mûzê bi bant
Moghaddam ji bo têgihîştina vî tiştî îllûstrasyonekî têra xwe balkêş çêkiriye. Van Gogh li pey dezgehekê sekiniye û resmên xwe difiroşe. Li ser hemû resmên wî mûzê bi bant ê Maurizio Cattelan heye! Van Gogh ê bê çare qirika xwe diqetîne ji bo ku van resman bifiroşe. Her wiha bi destê xwe tabloyên xwe nîşan dide çawa ku bibêje; “Ez di bextê we de me bikirin!” Lê kesek jî di ber dezgeha wî de nabihure û tabloyên wî nakire. Îllûstrasyonê Moghaddam rexneyeke bi hêz e û gelek tiştî dibêje ji me re.
Fêrî peyveke nû bûm; Banalîte!
Moghaddam her wiha cih dide nameyên Van Gogh jî. Nameyên ku wî ji birayê xwe Theo re şandibûn. Ev nameyên wî weke pirtûk hatibûn çapkirin û bi xêra van nameyan di derbarê jiyana Van Gogh de em bêhtir bûn xwedî agahî û me Van Gogh ji nêz ve nas kir. Lê Moghaddam bi awakî tinazî nameyeke cuda dinivîse ji devê Van Gogh; “Theo’yê delal, ez niha pirr kêfxweşim ku vê nameyê ji te re dişînim. Xebereke min a xweş heye. Min koleksiyonerekî dît û gelek wêneyên xwe firotin wî.” Moghaddam Van Gogh bi awayekî bextewar nîşan dide lê di dewamê de Van Gogh van tiştan jî dibêje; “Lê belê pirsgirêkek heye. Dibe ku ez hinek ji xeyal û baweriyên xwe yên di warê hunerê de dûr ketibim. Wekî din ka çi destê me tê? Restoranta nêzî mala min xeyal û baweriyên min paşguh dike; tenê dixwaze bi pereyan xwarinê bifiroşe min! Ha di vê navberê de ez peyveke nû fêr bûm ku ew ê pirr bala we jî bikişîne; ‘Banalîte’! Bi rêzdarî, Vincent”
Van Gogh di nav hunera nûjen de
Moghaddam bere jî Van Gogh bi îllûstrasyonên balkêş şirove kiribû. Nexasim jî sêwirandinên wî yên Van Gogh ên di nava “hunera nûjen” de hîseke xerîb bi bîneran re çêdikin. Di hin teswîran de Van Gogh xwe weke biyaniyekî hîs dike û di hinan de jî teknolojiya ku di dema wî de tine bû bikartîne. Ev îllûstrasyonên Moghaddam balê dibin ser jiyana Van Gogh û bi nihêrîneke cuda şêwekarekî hoste şirove dike.
NAVENDA NÛÇEYAN