• Rêveberiya Xweser bang li aliyên navneteweyî kir destekê bidin înîsiytîf û pêvajoya diyalogê ya ji bo peydankirina çareseriyê ji aloziya li Sûiryê re li ser esasê rêveberiyên xweser û bidawîkirina dadgirkeriya dewleta Tirk. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk li Sûriyê, înîsiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyeyê ragihand. Rêveberiyê bang li hikûmeta Şamê jî kir da ku helwêsteke berpirsyar nîşan bide.
Rêveberiyê têkildarî mijarê nihêrînên xwe wiha rêz kirin:

* Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyê dike û baweriya me heye ku nabe pirsgirêkên li Sûriyê derveyî çarçoveya yekîtiya welat, werin çareserkirin. 

Rêzê li hebûna gelan bigirin

* Divê rêz li hebûna pêkhateyên li welat (Kurd, Ereb, Suryan û Asûr û wekî din) bê nîşandan. Divê çareseriyeke demokratîk ku beşên civakê hemûyan tê de beşdar dibin û bi pêkhateyan hemûyan re ji bo bipêşxistina nirx û mekanîzmeyên demokratîk, avakirina sîstemeke rêveber, siyasî, demokratîk, pirreng û ne navendî ku mafên her kesî bêyî cûdahî diparêze, pêk bê.

* Bi rêya tecrûbeya sîstema demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hate teqezkirin ku gelên herêmê hemû dikarin mafan hemûyan bi dest bixin, bi azadî bijîn. Her wiha hat îsbatkirin ku gel dikarin bi rêya rêveberiyên xweser pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em bawer dikin ku ev nimûneya civakî, demokratîk û ekolojîk ya li ser esasê azadiya jinan û parastina ekolojiyê ya li herêmê, têrê dike ku bibe bingehê sereke yê çareserkirina aloziya Sûriyê ye.
 
Dewlemendî û çavkanî ji bo tevahiya Sûrî

* Dewlemendî û çavkaniyên aborî yên heyî divê bi awayekî wekhev li herêmên Sûriyeyê hemûyan werin belavkirin. Çavkaniyên li tevahiya Sûriyê milkê gelê Sûriyê hemûyî ye. Divê ev çavkanî bi rêya lihevkirina bi hikûmeta Sûriyê re û bi rêya diyalog û lihevkirinê, bên dabeşkirin.

* Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca kêmkirin û sînordarkirina pirsgirêk û zehmetiyên li hemberî gelê Sûriyê, û koçberan ji bo bidawîkirina zehmetiyên mirovî, li gorî derfetên xwe amade ye wan hembêz bike û wergire.

* Têkoşîn û şerê me yê li dijî DAIŞ’ê û yên din, berdewam e û wê dewam bike. 

Dewleta Tirk pirsgirêk e

* Dewleta Tirk a dagirker aloziya Sûriyê kûrtir kir, xaka welat û yekitiya wê parçe kir, destek da komên terorîst ên mîna DAIŞ'ê û komên din. Sedema pirsgirêkên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ji ber siyaset û kiryarên dijminahî yên hikûmeta AKP- MHP'ê ne ku dixwaze bandorê li siyaseta navxweyî ya Sûriyeyê bike û rewşê ji nû ve li gorî berjewendiyên xwe biguhere. Behane û belgeyên hikûmeta AKP- MHP'ê di dijminatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji rastiyê dûr in. Hewldana kuştina Fermandarê Giştî yê QSD'ê li Silêmaniyê belgeya herî zelal a vê yekê ye. Divê dewleta Tirk dagirkeriya xwe ji xaka Sûriyeyê bidawî bike. Heger dewleta Tirk êrişî gel û xaka me bike, em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin.

* Bi armanca bipêşxistina çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyê, em bang li dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî yên di mijara Sûriyeyê de çalak, dikin da ku bi roleke erênî û bi bandor rabin ji bo destekkirina peydakirina çareseriyeke hevbeş bi hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û hêzên niştimanî yên demokratîk re.

Em bang li her kesî dikin da ku beşdar bibin û di pêvajoya heyî de destekê bidin vê yekê. Her wiha em ji bo nîqaşên diyalog û çareseriya niştîmanî, amade ne."

NAVENDA NÛÇEYAN