Utopia 56’ê giliyê rayedaran kir
Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:33
- Saziya alîkariyê Utopia 56´ê ji ber ku di dema trajediya Manşê de wexta ku 27 penaberan jiyana xwe ji dest da, ‘xemsarî kirine' giliyê rayedarên Ingilistan û Fransayê kir.
Saziya alîkariyê Utopia 56´ê ji ber ku di dema trajediya Manşê de wexta ku 27 penaberan jiyana xwe ji dest da, ‘xemsarî kirine' giliyê rayedarên Ingilistan û Fransayê kir.
Saziya alîkariyê Utopia 56´ê piştgiriyê dide mirovên li Bakurê Fransayê ji cih û warê xwe bûne, roja Înê li dadgehên Fransayê midûrê ewlekariya peravî yê Ingilistanê, şefê deryavaniyê yê Kanala Fransa û midûrê ewlekariya peravî ya herêmî ya Fransayê ji ber 'kuştina mirovan' û 'alîkarî nedayina' ji bo mirovên hewce, sûcdar kir.
24'ê Mijdarê li peravên Calaisê, ji ber noqbûna avê ya boteke penaberan, cenazeyên 27 mirovan ji deryayê hatin derxistin. Ji van 16 jê ji Başûrê Kurdistanê û yek jî ji Rojhilatê Kurdistanê bû.
Dozgera Parîsê, Laure Beccuau hefteya bihurî ragihandibû ku penaberên din jî ji welatên Efxanistan, Misir, Etiyopya, Somalî bûne.
Utopia 56 ragihand ku li gorî gotinên du kesên ji trajediyê rizgar bûn, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan û hin kesên heman rojê ji herêmê derbas bûn, penaberan beriya canê xwe ji dest bidin, ji bo alîkariyê bang li tîmên rizgarkirinê yên Fransayê û Ingilistanê kiribûn.
Ji ber vê yekê jî saziya alîkariyê Utopia 56´yê giliyê rayedaran li cem dozgeriya Parîsê kir û got, "Zelalî û rastî ya qurbaniyan û malbatên wan e."
Koordînatora neteweyî ya Utopia 56´ê, Charlotte Kwantes jî got, "Yekane rêya bersivdana bêhiqûqî û kirinên nemirovane yên dewletan li koçber û penaberan, bikaranîna qanûnan e. Em jî bi vî rengî dikin."
PARÎS