UNICEF'ê miqdarê ava ku dida koçberên Efrînê kêm kir, koçberan diyar kir ku ev yek bi hevkariya hikûmeta Şamê ya ku ambargo li ser Şehbayê ferz dike pêk tê. Desteya Şaredariyan bang li rêxistinê kir da ku ji çarçoveya xebata xwe ya mirovî dernekeve. 

Tevî ambargoya ku hikûmeta Şamê ferz kiriye, niha rêxistina UNICEF`ê ji 11`ê Tîrmehê ve av ji ser xelkê Şehbayê kêm kir. 

Li gorî Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê miqdarê ava ku rojane li herêmê dihat belavkirin 2 hezar û 400 metrekab bû, lê niha bûye sed metrekab, di encamê de 38 gund û sê navçeyên mezin bê par man û 80 hezar welatî jî ji ava vexwarinê bê par mane. 

Koçberên ji Efrînê helwestên UNICEF'ê bi dermirovî ne û dûrî pîvanên xebata wê, her wiha wekî siyaseteke dijminane ya li dijî şêniyên Efrînê bi nav kirin.

ANHA/ŞEHBA