- Nûnerên Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û raportorên Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî protokolên rêziknameyan diçin welatan.
Her çiqas UNAMI (Saziya Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî) diviyabû aramî û aştiyê ji bo bipêxistina pêvajoya siyasî ava bikira li Iraqê, pispor dibêjin, tevgera Jeanine Hennis-Plasschaert zêdetir ji bo parastina berjewendiyên siyasî yên hin welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) û destketiyên siyasî yên ji bo şexsê xwe ye.
Nûnerên Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û raportorên Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî protokolên rêziknameyan diçin welatan. Ji bo parastina mafên mirovan û berjewendiyên civakê xwedî dirûşmeyên aştî û aramiya ne.
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, UNAMI, nûnertiyeke taybet e, sala 2003’yan bi biryara 1500 a Konseya Ewlehiyê li ser rewşa Iraqê hate damezirandin. Ji wê demê ve kar dike û rola wê di sala 2008’an de bi biryarnameya 1770’an hate berfirehkirin.
Li gorî biryara 2631 a ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY´ê ve di 26’ê Gulana 2022’yan de hate erêkirin, pêwîst e, Nûnerêtiya Taybet a Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê, hevkariya mirovî, şêwirmendî û piştgiriyê pêşkêşî hikûmeta Iraqê û welatiyên Iraqê bike.
Lê li gorî nêrîna çavdêrên siyasî û pisporên siyaseta peywendiyên navneteweyî, Nûnera Taybet ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert zêdetir ji bo berjewendiyên xwe û aliyekê kar dike.
UNAMI kiriye amûra berjewendiyên xwe
Mamostayê Beşa Siyasetê yê Zanîngeha Silêmaniyê Celal Hesen Mistefa li ser mijarê got, “Li şûna ku ferzkar be û aliyan neçar bike, proje û biryaran pêk bîne, UNAMI rolekî şêwirmendiyê heye. Lê, dibe rola niha ya Plasschaert beşek be ji kesayetiya wê û bixwaze rolekî bandorker hebe. Herwiha Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe beşeke rasteqîn a çareseriyê.
Tenê di çend projeyan de karî roleke bi bandor hebe. Ew jî tenê hevkariya mirovî û piştgiriya darayî bû ku welatên endam didin Neteweyên Yekbûyî (NY). Lewma niha Plasschaert dixwaze bandora NY´ê ji bo xwe weke destketiyekê îsbat bike.”
Aliyekî siyasî girt
Celal Hesen Mistefa, hewldanên Plasschaert yên di lihevkirina di navbera hikûmeta Kazimî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de bi hewldaneke neberpirsyarî pênase dike û dibêje: “Şer çêbû. Divê Plasschaert agahdarî vê yekê be çend hêzên pêşmerge û Iraqê li herêmê bûn, dû qatê wê PKK’ê ji bo parastina wan herêman qurbanî da.
Herwiha bêhelwestî û bêdengiya NY´ê di asta aloziyên siyasî û gendeliya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de, binpêkirina dewleta Tirk ji ber berjewendiyên wan welatên encamên NY´ê û piştgirîkirina wan welatan e.”
NAVENDA NÛÇEYAN