- Ukrayna gazinca ji dewletên ku endamên NATO’ye ne, dike û dibêje ’We em tenê hiştin’. Li gel kuştî, birîndar û ruxandin Rûsya guh nade banga sekinandina tevgera dagirkirina Ukraynayê û dibêje ’Divê Ukrayna çekan berde. Paşê em ji muzakereyan re hazir in.’
Şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê da destpêkirin, heta me ev nûçe hazir dikir, hê dewam dikir. Li paytexta Ukraynayê Kîevê heta serê sibê dengê teqînan hat bihîstn.
Serokê Dewletê yê Ukraynayê Vladimir Zelenski gazinc ji dewletên ku endamên NATO’ye ne, kir û got: ’’Em di parastina welatê xwe de bi tenê man. Kî amade ye şerê me bike?’’ Wezîrê Karûbarê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jîgot, heke Ukrayna 'çekan berde' ew ji danûstandinan re hazir in.
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di êrişên hewayî yên Rûsyayê de herî kêm 25 sivîl hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişên hewayî û topan de herî kêm 102 kes birîndar bûne. Tê texmînkirin ku hejmara miriyan zêdetir be. Her wiha Ukraynayê ragihand ku balafira Rûsyayê ya ku Kîev bombebaran dikir hatiye xistin. Hat diyarkirin ku balafir dema ket xwarê li avahiyeke 9 qatî ketiye.
Serokkomarê Ûkraynaye Volodîmîr Zelenskî jî diyar kir herî kêm 137 kes mirine, 316 kes birîndar bûne û ji artêşa xwe xwest bila derbên giran li hêzên Rûsyayê bixin. Dihat gotin ku artêşa Rûsyayê nêzî Kîevê ya ku paytext e, bûye.
’Lê li vir dîsa dubare dibe’
Zelenskî bang li gelên welatên Ewrûpayê kir ku li dijî Rûsyayê rabin û protestoyan bikin. Bi vî awayî, Zelenskî got gel dikare bi vî awayî hikûmetên xwe neçar bikin ku gavên bibiryartir bavêjin. Lîderê Ukraynayê bi bîr xist ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn gotina "carek din qet nabe” hatiye gotin û wiha axivî: "Lê li vir dîsa dubare dibe. Di sala 2022’yan de, 75 sal piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn.” Zelenskiy diyar kir ku ji bo rawestandina Rûsyayê hîn jî ne dereng e.
’Pêdiviya me bi koalîsyonek
li dijî şer heye’
He wiha Zelenskî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew ji welatên Ewrûpaya Rojhilat ên endamên NATO’yê ne piştgiriya parastinê dixwazin û got: "Em azadiya xwe û axa xwe diparêzin. Lê belê hewcedariya me bi alîkariyek navneteweyî heye. Em li ser vê yekê axivîn. Me ji bo piştevaniya parastinê, cezakirinê û zext li ser êrişkariyê were kirin me serî li Bukreşê da. Pêwîste em bi Rûsyayê re li dor maseya muzakereyê rûnên. Pêdiviya me bi koalîsyonek li dijî şer heye."
’We em tenê hiştîn’
Her wiha Serokê Dewletê yê Ukraynayê Vladimir Zelenskî peyivî û got, ew di parastina welatê xwe de li hemberî Rûsyayê bi tenê mane û got: "Em natirsin ku bi Rûsyayê re behsa statûya bêalîbûnê bikin. Lê garantiyên ewlehiyê yên me dê çawa bibin?" Zelenskî diyar kir ku ew ji welatên ku ne tenê bi devkî, bi awayekê eşkere jî piştgirî dan Ukraynayê spas dikin û got: "Lê belê em di parastina welatê xwe de bi tenê man. Kî amade ye şerê me bike? Ez nabînim. Kî amade ye garantiyê bide Ukraynayê ku bikeve NATO’yê? Her kes ditirse."
Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskî biryarnameya ku li seranserê welêt seferberiya giştî îlan dike îmze kir.
Lavrov: Ukrayna çekan berde, em ji muzakereyan re hazir in
Lavrov piştî tevgera leşkerî ya Rûsya li ser Ukraynayê li daxuyaniya çapemeniyê got, ''Hêzên çekdar ên Ukrayna çawa ku guh da dengê me û çekên xwe berdan, em ji danûstandian re kar in.''Lavrov têkilî dagirkirina Ukrayna got armanca wan ew e ku Ukrayniyan 'ji zextê rizgar bikin.''
Lavrov her wiha got Pûtîn ji bo ku Ukrayniyan ji leşkeran û Naziyan bistînin biryar li ser operasyona leşkerî ya taybet daye û bi vî awayî Ukrayniyên ku ji zextê xilas bûne, dikarin dahatuya xwe bi azadî hilbijêrin.
Lavrov bi berdewamî diyar kir armanca wan ne dagkirina Ukrayna ye û got, ''Armanca operasyonê aşkere ye: Bêçekkirin û paqijkirina ji Naziyan.''
Her du jî ji hev re dibên ’Nazî'
Serokkomarê Ûkraynayê jî pêr digot îşev (doh bi şev) Rûsyayê li Kîevê li qadên sivîlan daye û got “Ev jî êrişa Naziyan a di sala 1947’an de tîne bîra me.”
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitriy Kuleba di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku li ser Kîevê êrişên bi roketan pêk hatine û got: "Cara dawîn li paytexta me tiştekî bi vî rengî di sala 1941'an de bû, dema ku Elmanya Nazî êriş kir. Ukraynayê ev xerabî têk bir û wê vê jî têk bibe. Dest ji Putin berdin. Rûsyayê îzole bikin. Hemû têkiliyên xwe qut bikin. Rûsyayê ji her derê bavêjin.”
Fransa got Putin dixwaze Ukraynayê ji nexşeya netewan derbixîne.
NAVENDA NÛÇEYAN