Tûrneya Ma Musicê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Çile 2023 - 03:27

Ma Music li Amedê xebatên xwe yên muzîkê didomîne û di vî warî de xwedî ciheke taybet e. Ew niha xwe amade dike ku li sê bajarên mezin ên Tirkiyeyê konseran bide.

Ma Musicê bi riya hesabê xwe yê medyaya dijîtal, agahiya li ser van konseran belav kir.

Li gorî agahiyê Ma Musicê, 21’ê Çile li Enqereyê, li Sehneya Genco Erkal a li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Yenîmahalleyê ew konserê dide. Konser saet 19.00’an dest pê dike.

Paşê 23’yê mehê li Stenbolê li Navenda Çanda Bariş Manço a li Avcilarê, 26’ê mehê jî li Izmîrê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet Ma Music konsera xwe dide. Her du konserên dawî saet 20:30´î dest pê dikin.

Yên bixwazin dikarin ji malpera PASSO, bilêtan bikirin.

AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.