Turfent bû endamê rûmetê yê PEN'a Melbourneyê

Pêncşem 23 Îlon 2021 - 01:23

Komeleya Nivîskarên PEN a Melbourne ya Awustiralyayê, endamtiya rûmetê da rojnamevanê girtî Nedîm Turfent. 

Hevdîrektorê bernameya “Nivîskarên Di Girtîgehan De” ya PEN’a Melbourneyê, Jackie Mansourian, diyar kir ku wan biryar daye endamtiya rûmetê bidin Turfent û wan her wiha Turfent jî ji endametiya wî agahdar kir. Jackie Mansourian, malavahiya Turfent kir ji ber ku wî qebûl kiriye bibe endamê wan ê rûmetê.  

Nedîm Turfent jî ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê, peyamek şand û got: “Gava ku em vî aliyê dîwaran temen dikin, bêguman me piştgiriya bêhempa ji çar aliyên cîhanê wergirt. Me kêliyekê jî ji bîr nekiriye ku ev piştgirî û hevgirtin ji bo azadiya ramanê ye. Ev rûmeta ku îro diyarî pênûsa me hatiye kirin, baweriya ku bi salan dema me pênûsa xwe hilda, di dilê me de şîn û xurt kir. Ev bawerî, hêza pênûs û gotinê ye. Ev rûmeta ku dûr ji sînoran û wêde dihat, sînor rakirin, ew sînorên ku serdestan dixwest di navbera her yekî ji me de bi pênûsek bi tenê werin danîn. Ez ji bo vê endamtiya watedar malavahiya tevahiya endamên PEN’ê dikim. ”

Par jî PEN a Inigiilîstanê Turfent kiribû endamê xwe yê rûmetê.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.