Tundî encama şerê taybet e
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 02:50
Jinên Liceyî diyar kirin ku yek ji sedemên tundî û cînayetên li bakurê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet in û gotin:"Ji bo pêşîlêgirtina zîhniyeta mêrê serdest û tundiya civakî, divê jin bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin.”
Yek ji rojevên welat a ku qet naguhere jî tundî û komujiyên li dijî jina ye. Li gorî çeteleya JINNEWS’ê ya meha Gulanê, tenê di mehekê de herî kêm 21 jin hatin qetilkirin û 19 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Liceyê ya Amedê di nava du mehan de 2 jê jin 3 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di 30’ê Gulanê de jî Rengîn Yildirim a 18 salî li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, Y.E. a ducanî ku 17 salî bû li mala xwe kuştî hate dîtin.
Jinên Liceyî têkildarî vê tundiyê û mirinên biguman axivîn.
Binevş Peker diyar kir ku jin û zarok bi destê dewletê tên qetilkirin û neçarî fihûşê tên kirin û anî ziman ku jin rastî zextek giran a civakê tên. Binevş Peker, got ku dema kesekî nekarî xwe vebêje, ev yek rê li ber pirsgirêkên derûnî jî vedike.
Yuksel Baran jî mirinên biguman ên li navçeyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî sedemên rê li ber mirina ciwanan vedikin, mirov şaş dike. Pergal, hewl dide civakeke nepolîtîk ava bike. Ciwanan bêçare dihêle. Ji ber necezakirinê, tu jin xwe di ewlehiyê de nabînin. Ne li malê ne jîl i tax û kolanê jin xwe di ewlehiyê de nabînin. Ji bo pêşîlêgirtina cînayetan hewcehî bi cezayên giran heye. Sedema tundî û cînayetên li dijî jinan, pergal e. Anku pergala mêr-dewletê ye. Divê li dijî vê seknek xurt were nîşandan. Ji bo pêşîlêgirtina zîhniyeta mêrê serdest û tundiya civakî, divê jin bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigirin.”
Rozerîn Yîgîtel jî got ku yek ji sedemên tundî û cînayetên li bakurê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet in.
MA/AMED