Tugluk şandin ATK’ê

Duşem 31 Çile 2022 - 22:24

  • Li ser zexta raya giştî, nexweşa demansê Aysel Tugluk ji bo lênihêrînê û lêkolînê sewqî Saziya Tiba Edlî hat kirin. 

DENÎZ YILDIZ

Li ser zexta raya giştî, nexweşa demansê Aysel Tugluk ji bo lênihêrînê û lêkolînê sewqî Saziya Tiba Edlî hat kirin. Tê xwestin ku Tigluk bê berdan û dermankirina wê wisa bê kirin. 

Aysel Tugluk ji sala 2016´an ve di Hepsa Tîpa F ya Kocaeliyê girtiye. Tevî ku bi nexweşiya demansê [bîroketiya giran] ketiye jî alîkara berê ya Hevserokên HDP´ê Aysel Tugluk nayê berdan. Niha ji bo ku biryar li ser daxwaza berdana wê bê dayîn, ew ê 3 hefteyan bikeve ber çavdêriya Saziya Tiba Edlî (ATK). Parêzera wê Reyhan Yalçındag got, “Heyet dibe ku beriya wê jî biryarê bide”. 

Aysel Tugluk jî ji doza Kobanê tê dadgehkirin. Di rûniştina 9’an a dozê ya doh ya li Kampusa Hepsa Sincanê de hat gotin, Tugluk wê 3 hefteyan bikeve ber çavdêriya ATK´ê. Lê heyeta dadgehê red kir ku Tugluk ji beşdarbûna dozê muaf bê. Hinceta heyetê jî ew bû ku hîna îfadeya Tugluk nehatiye girtin. 

Ji parêzerên Tugluk, Ali Bozan li ser biryara heyetê got, “ne hiqûqî, ne insanî û ne jî wicdanî” ye.

Ev demek bû ku ji bo Tugluk kampanyaya “Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin” bi rê ve diçû û zexta raya giştî çêdibû. Rêveberên kampanyayê dan zanîn ku ew li bendê ne piştî çavdêriyê, Tugluk bê berdan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.