Xelkê kantona Kobanê di xwepêşandana li pêşiya baregeha Rûsyayê de got, ew ê heta têkbirina dagirkeriyê li ber xwe bidin: "Heger Rûsya erka xwe li hemberî gelê herêmê pêk neîne, êrişan bi dawî neke û aştiyê pêk neîne, bila ji herêmên me derkeve."

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê 24`ê Tebaxê li pêşiya baregeha  Rûsyayê ya li radyoya Kobanê ya rojavayê bajêr xwepêşendan li dar xist û êrişên dagirkeriya

Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, û nerazîbûna xwe ji bêdengiya Rûsyayê anî ziman.

Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê ev çalakî organîze kir da ku peyama xelkê bigihîne hêza garantor Rûsyayê.

Em ê dawî li dagirkeriyê bînin

Têkildarî mijarê, Semîre Ehmed a ji Kobanê bêdengiya Rûsya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk li dijî gel û jinan komkujiyan pêk tîne. Lê Rûsya û civaka navneteweyî li hemberî wê bêdeng in. Ev erdê me ye, çima dewleta Tirk dixwaze dagir bike? Rûsya bi erka xwe ranabe û bêdeng dimîne."

Mehmûd Xelîl ê ji gundê Zormixar ê li rojavayê Kobanê jî got: "Rûsya li herêmê bi rola xwe wek hêzeke garantorê agirbestê ranebûye, êrişên dewleta Tirk ranawestîne. Rûsya bi erka xwe ya li hemberî gelê herêmê ranebû, ji ber vê yekê divê ji herêmê derkeve."

Temra Nasan a ji gundê Qeremox bal bir ser girîngiya rawestandina êrişên dewleta Tirk û pêkanîna mafê parastina rewa û got, "Em gelekî aştîxwaz in, lê kesên ku êrişî me dikin û dibin sedem ku ciwanên me şehîd bibin, em ê ji wan û dijminatiya wan re bêdeng nemînin, li dijî dagirkeriya wan li ber xwe bidin û dawî lê bînin."

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi balafirên bêmirov sivîlan dike armanc. Di encamê de ji destpêka Tebaxê ve 11 kes şehîd bûn û li hemberî vê yekê civata navneteweyî û cîhan bê deng in.

ANHA/KOBANÊ