Kovara mîzahê ya mehane Zrîngê , hejmara xwe ya 9’an derxist. Di vê hejmarê de ew berêî awirên xwe dide mijara ziman û bal dikişîne ser mijara nifşên nû ku bi Kurdî fêm dikin, lê nikarin biaxivin. Kovarê di berga xwe de tabloya bi navê ‘Qêrîn’ ya resamê binavûdeng Edvard Munch bi kar anî û kir ku di wê qêrînê de bê gotin; ‘Kürtçe anlıyorum ama konuşamıyor’ (Ji Kurdî fêm dikim, lê pê nikarim biaxivim).
Rûşen Sarili berga kovarê xêz kiriye. Di vê hejmarê de xêzkar Eşref Mumcu bi karakterên ‘Melle’, ‘Dîkê Qoqo’, ‘Sosretîk’, ‘Tabletên Beredayî’, ‘Evînên Sist’, ‘Mehlûqatên Eşref Mumcu’ û ‘Tirşik’ reng daye kovarê.

Zehra Dogan bi xêzên xwe bal kişandiye ser pirsgirêka aboriyê. Di vê hejmarê de kovarê cih daye xêzeke ji girtîgehê hatiye şandin ku ji aliye Hemed ve hatiye çêkirin û her wiha Metîn Mar jî ji girtîgeha Tîpa F ya Wanê nivîseke mîzahî ji kovarê re şandiye.

Di hejmara nû de Smaîl cara ewil ji bo Zrîngê xêz kir. Xezkarên din ên vê hejmarê Bunyamîn Karakoç, Erceren, Hebûn, Michael Erdman, Kubîlay Odabaş, Mehmet Erbey û Mustafa Yaman in.

Azat Kutî ‘Meselokên Me’, Şêx Zûbêr ‘Manîfesto’, Ikram Balekanî ‘Kurd dibêjin Caş’ û Ozgur Amed ‘Qûna tazî behrê dixwazî’, Mem Aliyê Kamûr ‘Durûtî’ di hêjmarê de nivîsandine. 

NAVENDA NÛÇEYAN