Tu doza mala xwe bikî tê bê kuştin

Çarşem 29 Îlon 2021 - 23:58

  • Li navçeya Reco ya Efrînê dagirkirî, kesekî xwest biçe mala xwe. Dagirkerên Tirk ew revandin û êşkenceya giran lê kirin. 

Li navçeya Reco ya Efrînê dagirkirî, kesekî xwest biçe mala xwe. Dagirkerên Tirk ew revandin û êşkenceya giran lê kirin. 

Çavkaniyekê ji kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên dagirker ên dewleta Tirk "Cebhe El-Şamiyê" bi serkêşiya çeteyê bi navê Ala Hesen Seqar, welatiyê bi navê Mihemed Osman Tobal (47) ji gundê Mamûla yê navçeya Reco revandin.

Li gorî agahiyan, Mihemed Osman ji ber ku xwest biçe mala xwe ya li nêzî gundê Kefir Cenê ya ser bi Şerayê hat revandin. Çeteyên dagirker niha mala dagir kiriye. Ji ber ku xwest biçe mala xwe dagirkeran bi awayekî hov êşkence lê kir.

Li gorî çavkaniyê, çeteyandagirkeran welatiyê revandî birin girtîgeha veşartî ya li kampa Kefer Cenê û bi awayekî hovane êşkence lê kirin.

Heman çavkaniyê got, dagirkeran gef li malbata Mihemed Osman Tobal xwarine û gotine, heger careke din behsa vegera mala xwe bike, ew ê wî bikujin.

ANF/EFRÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.