Tu Da Vîncî bî jî CV şert e!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Çile 2024 - 03:25

Gava mirov miracaetî karekî dike, xwediyê kar doza CV´yekê dikin. Ji lewma jî pêvajoya miracaetkirina karan, gelek caran bi stres e. Li gorî hin destxetên Leonardo da Vîncî em dibînin ku kesekî weke wî jî ev stres li ser xwe hîs kiriye. Destpêkê ji bo bixebite, mecbûr ma ku ji dewlemend û tovrindên Îtalî re karên ku ji destên wî tên, binivîse. Yanî beriya ku ew tabloyên weke “Mona Lîsa” û “Şîva dawî” çêke, li Îtalyayê ew kesekî popûler û naskirî nebû. Ji bo karibe bixebite pêdivî pê didît ku CV’ya xwe bişîne ji dewlemendan re.

Ev destxeta Leonardo da Vîncî derbarê jînenîgarî û her wiha behreyên wî de nimûneyeke balkêş e. A rast, wî ev destxet weke nameyekê nivîsandiye. Wî ev name di sala 1482’yan de ji Dukê Mîlanoyê, Ludovîco Sfroza re şandiye û tê de behsa karên ku ji destên wî tê dike. Wî di nameya xwe de gotiye, ew dikare ji bo şerên li ser behrê makîneyan û ji bo ser çeman jî pirên baş çêke. Ji bo ku tovrindên wî zemanî bi xwe bide bawerkirin, di vê nameya xwe de behreyên xwe hemû yek bi yek rêz kirine. Gava wî ev name nivîsandiye, hîna 30 salî bû.

Leonardo da Vîncî ji bo şêwekariyê yan jî behreyên xwe yên din perwerdeyeke fermî li pey xwe nehiştibû. Bi derfetên xwe fêrî matematîkê bû û di warê nivîsandina Latînî de jî xwe bi pêş xist. Beriya niha jî hin destxetên Leonardo da Vîncî derketibûn holê û xebatên wî yên anatomîk tevî nîşeyan hatibûn parvekirin. Lê ev nameya wî hêleke din ya Leonardo da Vîncî nîşan dide.

Piştî di ser nivîsandina nameya Leonardo da Vîncî de 12 sal dibuhirin, Ludovîco Sfroza dibe Dukê Mîlanoyê. Ludovîco Sfroza bersiv daye wî yan jî nedaye wî nayê zanîn lê tişta ku eşkere ye û tê zanîn, daxwaza kar a Leonardo da Vîncî ye. Da Vîncî dide zanîn ku ew hazir e behreyên xwe nîşanî Dukê Mîlanoyê bide. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.