Tola Şêx Seîd tê hilanîn

Şemî 29 Hezîran 2024 - 03:05

  • Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî di salvegera darvekirina wan de bi bîr anî, destnîşan kir têkoşîna bi pêşengiya Şêx Seîd di dîrokê de xwedî cihekî girîng e, tepisandina raperînê weke destpêka qirkirina Kurdan pênase kir û diyar kir têkoşîn û berxwedana Kurdan tola Şêx Seîd dihilîne û banga geşkirina têkoşînê kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî yên dozê, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“29'ê Hezîrana 1925'an Şêx Seîd û hevrêyên wî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin. Bûyera darvekirinê ya Şêx Seîd û hevrêyên wî şopeke kûr li ser gelê Kurdistanê hiştiye, ti caran nehatine jibîrkirin û tim têne bibîranîn. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd, careke din Şêx Seîd û hevrêyên wî bi wesîleya salvegera darvekirina wan bi bîr tînin. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em soza xwe ya ji bo şehîdan dubare dikin û diyar dikin ku em ê armancên wan bi cih bînin.

Di dîrokê de xwedî cihê girîng e

Darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî yên dozê, encama wê zîhniyetê ye ku xwe dispêre înkara Kurdan. Bi avabûna Komarê re, hebûna gelê Kurd hat înkarkirin, sozên ku dane Kurdan bi cih neanîn û gelê Kurd ji mafên xwe yên neteweyî yên demokratîk bêpar hat hiştin û bêhiqûq hat hiştin. Gelê Kurd li hemberî vê înkar û bêhiqûqiya li ser wan tê ferzkirin, îtiraz kir. Şêx Seîd û hevrêyên wî pêşengî ji vê îtîraza gelê Kurd re kirin û li dijî înkar û neheqiyê têkoşiyan. Ji ber vê yekê têkoşîna ku Şêx Seîd pêş xistiye rewa û demokratîk e û di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Helwest û têkoşîna gelê Kurd a li dijî înkar, tinekirin û qirkirinê îfade dike. Ev pêvajo girîng e, ji ber ku hem berxwedana gelê Kurd a li dijî înkar û helwesta wan a azadiyê radixe pêş çavan, hem jî karakterê dewleta Tirk û nêzîkatiya wê ya li hemberî gelê Kurd di vê pêvajoyê de derket holê. Avabûna zîhniyet û siyaseta li ser bingeha qirkirina Kurdan, bi tepisandina tevgera Sêx Seîd û darvekirina pêşengên tevgerê re dest pê kir û ev pêvajo heta roja îro dewam kir. 

Destpêkirina qirkirina Kurdan

Dewletê bi komkujî û darvekirinan serî li çewisandina vê îsyanê ya gelê Kurd da û li ser vê bingeha qirkirina li Kurdistanê, pêvajoyeke nû da destpêkirin. Piştî vê dîrokê li Kurdistanê pêvajoya komkujiyan destpê kiriye, di serî de li Agirî, Dersim û Zîlanê li her devera welat qirkirin hatin kirin. Ji bo vê jî Rêber Apo nêzîkatiya dewletê ya li hember serhildana Şêx Seîd weke dîroka destpêkirina qirkirina li dijî Kurdan, pênase dike. Yekemîn qanûn û mekanîzmayên qirkirinê di vê pêvajoyê de ava bûn û xistine meriyetê. Ev piştre weke Plana Şark Islahatê fermî bûn. Plana Şark İslahat tekane destûra rasteqîn û neguherî ya dewleta Tirk e. Tevahî qanûn û mekanîzmayên din ên ku piştre hatin derxistin li ser bingehê xizmeta pêkanîna Plana Şark Islahat ango qirkirina Kurdan. Li Tirkiyeyê yekane qanûna ku dikeve meriyetê, qanûna qirkirina Kurdan e.

Hişmendiya mêtinger û qirker didome

Mixabin, tevî ku sedsal di ser vê bûyerê re derbas bûye jî dewleta Tirk zîhniyeta xwe ya mêtinger, qirker neguherandiye. Serdestên dewletê ev polîtîkaya qirker a mêtinger domandine. Îro ev siyaseta mêtinger qirker ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve tê temsîlkirin û meşandin. Di rastiyê de, desthilatdariya AKP-MHP'ê di sedsala duyemîn a komarê de, diyar kir ku ew ê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin û qirkirina Kurdan bi encam bikin, hebûna Kurdan ji holê rakin û bi vê armancê serî li êrîşên herî berfireh, dagirkerî û komkujiyan da. Tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, êrîşên li ser gel û Tevgera Azadiyê, êrîşên dagirker ên li ser Rojava, vala derxistina îrada gel a bi polîtîkayên desteserkirina şaredariyan û pêkanînên şerê taybet bi vê armancê ve girêdayî ye. 

Dilsoziya rast a bi Şêx Seîd re têkoşîn e

Lê belê gelê Kurd berxwedana herî berfireh a dîroka xwe li dijî faşîzma AKP-MHP'ê raxist pêş çavan û pêşî li vê yekê girt. Gelê Kurd bi vê helwesta xwe tola Şêx Saîdan, Seyîd Rizayan û Qazî Mûhammedan hilanî û wê hilîne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bê guman dest ji armanca xwe ya qirkirinê bernedaye. Lê belê li pêşberî berxwedan û têkoşîna topyekûn a gelê Kurdistanê têk çûye, teşhir bûye û ketiye rewşek ku nema dikare ser piyan bimîne. Gelê me, karker û kedkar, jin û hemû hêzên demokratîk, sosyalîst û azadîparêz dikarin têkoşîneke hevpar û yekbûyî bimeşînin û dawî li vê rejîma dagirker, qirker, desteserker a AKP-MHP'ê bînin û rê li ber Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk veke. Girêdana herî rast a bi bîranîna Şêx Seîd re, ew e ku ev têkoşîn were domandin û bi serketinê encam bibe. Li ser vê bingehê, em careke din Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr tînin û bang li her kesî dikin, bi taybetî bang li gelê xwe dikin ku li dijî qeyûm-desteserker, qirker, nîjadperest, dijminê azadî û demokrasiyê desthilatdariya AKP-MHP'ê têkoşînê xurt bikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.