Felemez ULUG

Sê sal berê, yanî di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk û komên çete bi hev re êrişî kantona Efrînê kirin. Ji bo vê êrişê herêma Efrînê bi zanebûn hatibû hilbijartin. Di nasnameya Efrînê de hêzên dagirker û mêtinger xwestin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibin.

Kantona Efrînê ji bo Şoreşa Rojava gelek wateyê xwe hene. Ya yekê, YPJ li Efrînê hat avakirin û li vê kantonê xwe bi rêxistin kir. Dîsa pergala hevserokatiyê ewilî li vê kantonê pratîk bû. Vekirina Akademiyan, avakirina meclîsên gel û komunan qasî ku asta demokratîkbûna herêmê derdixist holê, her ewqas jî nasnameya neteweya demokratîk gavên girîng û hêja bûn.

“Hêzên mêtinger û dagirker herî zêde ji azadî û demokrasiyê ditirsin” rastiya vê hevokê bi awayekî berbiçav me li Efrînê dît. Tevî zor û zehmetiyan hemûyan jî di pêvajoya şerê nevxweyî yê Sûriyê de herêma herî ewle û aram kantona Efrînê bû. Li vê herêmê gelên Asûrî, Ereb, Turkmen, Ermenî û Kurd di nav ahengekê de bi hev re diman. Pergala konfederalîzma demokratîk li vê herêmê ji aliyê gel ve hatibû erêkirin. Lewma gelê herêmê di nav aştî û wekheviyê de bêyî ku nasnameyên xwe yên qewmî derxin pêş bi hev re diman.

Gelên di nava aramiyê de bi hev re li gorî pîvanên jiyana exlaqî diman li dijî hewildanên dagirkerî û talanê jî bi hev re ketin nav têkoşîneke mezin. Berxwedana gelên Efrînê ya li dijî tevahî cûreyên teknîk û eskerî wek berxwedana 58 rojan di dîrokê de cihê xwe girt. Lê ji bo mirov vê berxwedana gelan ya li dijî faşîzm, zilm, dagirkerî û metingeriyê ne bi hejmara rojan, lê bi culhet û xweragiriyê fêhm bike duristir e. Berxwedana bi hezaran şêniyên Efrînê ên li herêma Şehba, Til Rifat û Fafinê dewam dike.

Dagirkeriya Tirk û komên çete ji bo tola xwe ji jina azad bigrin, li vê herêmê beriya her tiştî êrişî nasnameya jina azad kirin. Bajarê Efrînê ku wek bajarê jina azad dihat pênasekirin, xwestin bikin cihê qirkirin, destavêtin, revandin, kuştin û tinekirina jinan. Lewma her roj ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li herêmê jin tên revandin û li bazaran tên firotin. Bi vê ve dixwazin tola xwe ji YPJ’ê û nasnameya jina azad bigrin.

Zêhniyeta di bingehê xwe de talan û qirkirin hebe ne gengaz e ku bikaribe ji bo civakê tiştekî baş ango riyeke azadiyê veke. Lewma êrişkariya dewleta Tirk bi van pêkanînên li derveyî çanda mirovahiyê ne bi sînor in. Ew qasî êrişî civakê dike her ewqas jî êrişî xwezayê jî dike. Bi destê çeteyên dewleta Tirk bi mîlyonan darên zeytûna hatin birîn û bi sedhezaran zeviyên gel hatin talankirin.

Di nava van sê salan de ji bo van pêkanînên derveyî mirovahiyê kantona Efrînê ya ku mîna bihişta herêmê dihat pênasekirin veguherandin dojehê. Li vê Kantonê ku akademî û dibistan hatin avakirin û weke dergûşa çandê bû, kirin cihê nezanî û nezanan.  

Her çiqasî di bingehê van êrişan de tolgirtina binketina Kobanê hebe jî, di rastiya xwe de ev êriş li ser nasnameya azad çêbûne. Nasnameya azad bi xwe re mirovê azad, mirovên azad bi xwe re bîr û baweriya azad diafirînin. Lewma tişta ku herî zêde dewleta Tirk a dagirker û mêtinger jê ditirse jî mirovên azad e. Li Efrînê di pêşengiya jinan de ev têgîn hatibûn afirandin. Ji bo vê bifetisîne êrişî herêmê kir.

Di salvegera êrişên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de pêwîst e ku em bi her awayî xwedî li nasnameya xwe ya azadiyê derkevin da ku em bikaribin li dijî vê hovitiya ku li ser gelên me pêk bê pûç bikin. Bi xwedîderketin û berxwedaneke hêja em dikarin ala mirovên azad li dijî dagirkerî û mêtingeriya dewleta Tirk bilind bikin.